Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê jiyana xwe ji dest da. Ehmed Huseynî gelek berhem nivîsandin û yek ji hosteyên helbesta Kurdî ya modern e.
Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî ev demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî îro jiyana xwe ji dest da.
Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê xwend. Ehmed Huseynî li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedand. Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ji ber vê yekê Ehmed Huseynî neçar ma ku karên xwe bi tena serê xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên Kurd berê xwe da Ewropayê. Di sala 1989an de çû Swêdê.
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê Kurd bû. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan ava kir. Di Roj TVê de bernameya wî hebû. Tev li gelek pêşengehên pirtûkan bû, gelek caran tev li bernameyên îmzekirina berhemên xwe bû gelek caran tev li bernemeyên televîzyonê bû. Li Ewropa û Rojava dijiya.
Di sala 2002 yan de berhemên Ehmed Huseynî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.
Hin berhmenên Ehmed Huseynî ev in:
* “Mistek ji şîna bêcir” Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê
* “Bi xewna we pênûsê dilorînim” Stockholm, 1993, Weşanên Jîna Nû
* “Rono û sirûdên bêrîkirinê” Stockholm, 1994, Weşanên Jîna Nû
* “Sîriskên hesinî” (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê
* “Dîwan” (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê
* “Bajarê Dirinde” 2003, Weşanên belkî
* “Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî” 2004, Weşanên Aramê













