Enqere – Berdevkê Çapemeniyê yê Kemal Kiliçdaroglu Muslum Sari derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê de axivî û diyar kir ku wan daxwaza îxraçkirina bi tedbîr a 9 parlamenteran xwestiye û da zanîn ku erkên wan yên di partiyê de hatine sekinandin.
Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Batalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hat tayinkirin, li Navenda Giştî ya CHPê Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê kom kir. Berdevkê Çapemeniyê yê Kemal Kiliçdaroglu Muslum Sari derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî de daxuyanî da.
Muslum Sari da zanîn ku wan daxwaza îxraçkirina bi tedbîr ya 9 parlamenteran kiriye û da zanîn ku erkên van kesan yên di partiyê de dane sekinandin. Di nav parlamenterên daxwaza wan a îxraçkirinê hatiyê kirin de Serokwekîlên Koma CHPê Alî Mahîr Başarir û Gokhan Gunaydın, Cîgirên Serokên Giştî, Ozgur Karabat, û Nurhayat Altaca Kayışoglu û parlamenter Velî Agbaba, Burhanettin Bulut, Umut Akdogan, Turhan Ozer û Nurhayat Altaca Kayışoglu, Ensar Aytekin, Umut Akdogan, Velî Agbaba, Turan Taşkin Ozer cih digirin.













