Rûniştina girtî ya Lîjneya Meclîsa Tirk bi rojeva şerê li Îranê dest pê kir. Di rûniştinê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler dê derbarê şerê li Îranê de biaxivin.
Rûniştina girtî ya Lîjneya Meclîsê bi rojeva şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kir. Di rûniştinê Lîjneyê de êrişên li ser Îranê, xetereya li ser herêmê û helwesta Tirkiyeyê dê axaftin bên kirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler dê di rûniştinê de baixivin. Parlamenterên tev li rûniştinê bûne dê pirsan ji wezîran bikin.
Rûniştin bi axaftina Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş dest pê kir. Numan Kurtulmuş bertek nîşanî êrişan da û xetereya ji bo herêmê anî ziman. Piştî axaftina Numan Kurtulmuş rûniştin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.











