Qamişlo – Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen ku şahidiya komkujiya 12ê Adarê ya Qamişloyê kiriye anî ziman ku bi komkujiyê xwestin di navbera Kurd û Ereban de şerekî derxînin û got: “Piştî şoreşa Rojava bi avakirina pergala Netewa Demokratîk re armanca komkujiyê jî vala derket.”
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurdistan bi peymana Lozanê di nava 4 dewletên cînar; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hat parvekirin. Her çar netew dewletan jî li dijî Kurd û pekhateyên di bin metîngeriya wan de dijîn polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê meşandin. Taybet gelê Kurd ku li erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran salan dijî piştî parvekirina Kurdistanê di nava çar dewletan de û sînorên serdestan rastî her curê êriş û qirkirinan hat. Piştî parvekirinê, erdnîgariya Kurdistanê jî bû çar beş; Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava. Gelê Kurd her çar parçeyan jî rastî komkujiyên mezin hat û li dijî tunehesibanê gelek caran jî li dijî metîngeran rabûn serhildanan.
Yek jî ji van serhildanan li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê di 12ê Adara 2004an de pêk hat. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîma Baasê ku rastî her cure êriş û tunehesibandinê dihat rabû serhildanê. Bûyer di 12ê Adara 2004an de dema di navbera tîma futbolê El Cîhad a Qamişloyê û tîma futbolê ya El Futuwah a Dêrezorê hatin beramberî hev dest pê kir. Alîgirên tîma El Futuwah piştî wêneyê Saddam Huseyîn ku li Helebceyê li dijî Kurdan komkujî pêk anîbû rakirin, bûyeran dest pê kir. Alîgirên tîma El Cîhad jî li dijî vê yekê alên Kurdistanê rakirin û li dijî rejîma Baasê dest bi berzkirina dirûşmeyan kirin.
Rejîma Baasê 9 welatiyên Kurd di maçê de qetil kir
Li ser vê yekê polîsên rejîma Baasê bi çekan êrişî tîma Kurdan kir û li ser vê yekê 9 welatiyên Kurd ku di nav de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê rabûn serhildanê. Ev serhildan di dîroka Rojavayê Kurdistanê de jî beriya Şoreşê weke serhildana herî mezin hat penasekirin. Di demekê kin de serhildana li Qamişloyê dest pê kir belavî bajarên Hesekê, Kobanê, Amûdê, Efrînê, Dêrikê, Serêkaniyê, Şam û Helebê bû. Gelê Kurd li hemû bajaran, alên Sûriye anîn xwarê û peykerên rejîma Baas hilweşandin. Rejîma Baasê li dijî serhildana Kurdan bi tank û topan êriş kir û li dijî Kurdan komkujiyeke mezin pêk anî. Li gorî daneyan di komkujiyê de 52 welatiyên Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Her wiha 2 hezar kes jî hatin girtin û bi sedan kes jî ji neçarî koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.
Xwestin di navbera Kurd û Ereban de şer derxînin
Komkujiya 12ê Adarê ya Qamişloyê di heman demê de bû sedema pevçûneke mezin di navbera welatiyên Ereb û Kurd de. Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di navbera Kurd û Ereban de pêvçûn derket. Dikanên Kurdan hatin şewitandin û di heman demê de gelek wesayitên Ereban jî hatin şewitandin. Li gelek taxan di navbera Kurd û Ereban de êrişên çekdarî dest pê kirin. Gelek çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ew komkujî bi awayekî plankirî ji aliyê rejîma Baasê ve pêk hatiye û armanc jî ew bûye derxistina şerekî di navbera Kurd û Ereban de bûye.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen ku şahidiya komkujiya 12ê Adarê kiriye ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Beriya bûyerê plansaziyeke komkujiyê li Qamişlo hebû’
Mihyedin Hesen anî ziman ku ew jî di nav bûyerên 12ê Adarê de bûye û wiha qala destpêkirina bûyeran kir: “Beriya bûyerê hinek plan ji aliyê rejîmê ve hebûn ku li bajarê Qamişloyê komkujiyan pêk bînin. Di serdema bûyerê de li Başûrê Kurdistanê jî raperîna Kurdan hebû. Li ser vê yekê rejîma Baasê jî hewl dida Kurdan tune bike. Beriya destpêkirina maçê jî hê danê sibehê bû. Li dijî Kurdan dirûşim dihatin berzkirin. Bi vê yekê dixwestin tevliheviyan derxînin. Em jî di stadyumê de bûn. Di stadyumê de hinek pevçûn çêbûn. Di pêvçûnê de çend alîgir hatin qetilkirin. Piştre gel rabû ser pêyan û bertek nîşan dan. Li ser vê yekê gel dorpêç kirin û gule barandin. Li wir gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Roja din me xwest em şehîdên xwe oxir bikin û merasim li dar xist. Êrişî merasîma şehîdan kirin û gelek kes li wir jiyana xwe ji dest dan. Planeke qirêj bû.”
‘Wê rojê me kefenê mirinê qetand’
Mihyedîn Hesen destnîşan kir ku bi ser komkujiyê re 22 sal derbas bûnê û hê jî dixwazin Kurdan tune bikin. Mihyedîn Hesen bi lêv kir ku bi komkujiya Qamişloyê xwestin di navbera Kurd û Ereban de şerekî derbixînin û axaftina xwe wiha domand: “Ew komkujî bi zanebûn hat kirin. Xwestin di navbera Kurd û Ereban de şerekî derbixînin. Her wiha armanc bi giştî qirkirina Kurdan bû. Ji ber ku li Başur rejîma Baas hilweşiya bû û Kurdan jî serî hildabû li vir jî rejim ji Kurdan ditirsiya ji bo wê xwest li dijî Kurdan qirkirineke bike. 12 Adarê ji bo me rojeke taybet e. Roja serhildanê ye. Wê rojê me kefenê mirinê qetand. Lê di heman demê de jî rojeke xemginiyê. Li gelek bajarên Rojava welatiyên Kurd şehîd ketin. Berxwedaneke bi rûmet bû. Berxwedana 12ê Adarê berxwedaneke dîrokî bû.”
‘Bi pergala Netewa Demokratîk re armanca komkujiyê vala derket’
Mihyedîn Hesen anî ziman ku bi Şoreşa Rojava û damezrandina pergala Netewa Demokratîk re armanca bûyera 12 Adarê ku hat xwestin di navbera Kurd û Ereban de şerekî derxînin vala derket û ev yek anî ziman: “Bi pergala Netewa Demokratîk me bi Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên bi herême re jiyaneke hevbeş û wekhev ava kir. Lê dijmin xwest vê pergalê jî hilweşînê û Kurd û Ereban careke din berdin hev. Lê nikarin bigehejin armancên xwe. Niha jî em li Kantona Hesekê em Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re dijîn. Dewleta Tirk û rejîma Şamê jî li dijî vê yekê dixwazê Kurdan tune bike. Lê em ê jî hertim li berxwe didin û destûr nadin. Gelek dost û hevalên min jî di 12ê Adarê de şehîd ketin. Weke hersal îsal jî bi xwedî derketineke xurt em ê şehîdên xwe bibîr bînin.”














