Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku Hisên El Hiso ku li Qamişloyê destdirêjî li al û sembolên Kurdan kiribû, di encama operasyonekê de hate girtin.
Duh li bajarê Qamişloyê, kesê bi navê Hisên El Hiso bi çekê êrişî ala Kurdî kiribû û gule lê reşandibûn. Bûyer li seranserê herêmên Rojava rastî bertekên tund hat û gel ji bo şermezarkirina vê bêrêziyê daket qadan û xwest ku demildest kesê êrişkar bê girtin û cezakirin.
‘Bi operasoynekê hate girtin’
Li ser bertekên gel û bi armanca parastina nirx û aştiya navxweyî, Fermandariya Giştî ya Asayîşê daxuyaniyeke fermî weşand û da zanîn ku êrişkar hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî tespîtkirina cih û şopandina tevgerên El Hiso, bi hemahengiya dezgehên têkildar ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re operasyonek hatiye pêkanîn. Asayîşê destnîşan kir ku hêzên wan saet di 03:00ê şevê de avêtine ser cihê wî û ew binçav kirine.
‘Armanc derxistina fitneyê ye’
Derbarê armanca vê êrişê de, Asayîşê agahiyên destpêkê yên lêkolînê parve kirin û diyar kir ku mebesta êrişkar xirabkirina aramiya herêmê ye. Asayîşê ev agahî dan: “Lêkolînên pêşîn ên li ber destê me destnîşan dikin ku sedema sereke ya li piştî van kiryarên xirab, têkbirina îstîqrarê, belavkirina fitne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê yên ku bi hev re dijîn de ye.”
‘Dê bê darizandin’
Fermandariyê eşkere kir ku dê lêpirsîneke kûr û berfireh bi vî kesî re bê meşandin da ku hemû aliyên bûyerê werin ronîkirin. Hate tekezkirin ku dê El Hiso radestî edaletê bê kirin da ku li gorî qanûnê bê darizandin. Tê payîn ku Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê di rojên pêş de derbarê hûrguliyên lêpirsînê de raya giştî agahdar bike.













