Amedsporê di hefteya 30yemîn a Lîga 1emîn de li deplasmanê Îstanbulsporê 4-0 têk bir û puanê xwe kir 61.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Îstanbulsêor û di hefteya 30yemîn de li Stada Necmî Kadiogluyê ya navçeya Esenyurta Stenbolê hatin hemberî hev. Gelek alîgirên Amedsporê li stadê cihê xwe girtin û piştevaniya tîma xwe kirin.
Di deqîqeya 34an de Felix Afena-Gyan gola ewil avêt. Piştî gola pêşî Amedspor bi performansek serketî lîst û di deqîqeya 39an de jî bi asîsta Florent Hasani, Mbaye Diagne gola duyemîn avêt û beşa yekemîn bi skora 2-0 bi dawî bû.
Amedsporê di beşa duyemîn de jî bi awayekî xurt dest pê kir û di deqîqeya 47an de bi asîsta duyemîn ya Florent Hasanî, Mehmet Yeşîl gol avêt û skor bû 3-0.
Di deqîqeya 89an de jî bi asîsta Dia Saba, Mbaye Diagne gola duyemîn avêt û maç 4-0 bi dawî bû. Amedsporê puanê xwe kir 61 û di rêza sêyemîn a lîgê de cihê xwe digire.














