• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PYD: Bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYD: Bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PYD: Bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYD: Bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

Wan / AW

11 ADAR 2026 - 21:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîteya Amedekar a Newroza Wanê bi daxuyaniyekî starta Newroza 2026an da. Yakûp Almaç li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî xwend û got: “Ji bo gelê Kurd, Newroz sembola serhildana li dijî zilmê, îradeya hebûnê ya li dijî înkarê û agirê azadiyê ye.”

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li ‘Malên Wanê yên Dîrokî’ yên li navçeya Tûşbayê bi daxuyaniyekî starta Newroza 2026an da. Rêveber û hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyên navendî, endam û nûnerên saziyên civakî, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta ku li ser “Newroza azadî û yekitiya demokratîk pîroz Be” hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Komîteya Amedekar Yakûp Almaç ve hat xwendin.

‘Hêzên hegemonîk dixwazin înkara gelê Kurd bidomînin’

Yakûp Almaç da zanîn ku ew di demeke dîrokî de derbas dibin û got: “Krîza pergalî di Rojhilata Navîn de kûrtir dibe. Hêzên hegemonîk dixwazin statuya dewleta neteweyî ya ku li ser înkara gelê Kurd hatî avakirin bidomînin. Lê li dijî vê siyasetê, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanê bûye yek. Gelê Kurd kevneşopiya berxwedana xwe xurt kiriye û bi hevalbendên xwe re têkoşîna xwe roj bi roj pêş dixe.”

‘Destkeftiyên neteweyî li ser yekitiyê xurt dibin’

Almaç bal kişand ser destketiyên gelê Kurd û bi lêv kir ku parastina destkeftiyan bi xurtkirina yekitiya neteweyî pêkan e û wiha pê de çû: “Helwesta siyasî ya hevpar, hişmendiya parastinê û perspektîfa pêşeroja hevbeş bingehên vê yekîtiyê ne. Her ku yekitiya neteweyî xurt dibe, destkeftiyên demokratîk jî li ser bingeheke xurt têne avakirin. Bi vê ruhê em bi dirûşmeya “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” pêşwaziya Newroza 2026an dikin.Ji bo gelê Kurd, Newroz sembola serhildana li dijî zilmê, îradeya hebûnê li dijî înkarê û agirê azadiyê ye. Gelê me yê ku ziman û nasnameya wî hatine qedexekirin, bi agirê Newrozê bîra xwe ya dîrokî parastiye, berxwedana xwe xurt kiriye û meşa xwe ya ber bi azadiyê ve domandiye. Her sal agirê Newrozê dê yekitiya gelê me xurtir bike û bibe sembola biryardariya me ya parastina pêşeroja hevpar.”

‘Mîrateya dîrokî ya Newrozê têkoşîna me ronî dike’

Almaç da zanîn ku Newroz her sal ji bo gelê Kurd dibe qadên bilindkirina daxwazên azadiyê û demokrasiyê û axaaftina xwe wiha domand: “Mîrata dîrokî ya Newrozê têkoşîna me ronî dike û çanda berxwedanê ya gelê me zindî digire. Di vê çarçoveyê de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, sala xwe ya yekem temam kir. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinî û piştgirî da veguherîneke demokratîk. Tevî girîngiya rolê Parlamentoyê, raporên hatine weşandin hêj jî bersivê nade hêviyên gelê Kurd û hêj pêdivî ye gavên qanûnî û destûrî yên şênber werin avêtin.”

‘Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ dibe sembola azadiyê ji bo jinên cîhanê’

Almaç bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Misogerkirina şert û mercên azadiya fîzîkî û xebata azad a Birêz Ocalan, ku serkêşê pêvajoya aştiya birûmet e, ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk û aştiya mayînde pêdiviyeke dîrokî ye. Li ser vê bingehê, em ê di vê Newrozê de têkoşîna azadiyê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bêtir bihêztir bikin. Di vê têkoşînê de em dizanin jin pêşeng in. Ruhê berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanan îro bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” dibe sembola azadiyê ji bo jinên cîhanê jî. Ev têkoşîn li dijî serdestiya mêr û pergala dijminê jinan radiweste û bingehên civakeke demokratîk jî xurt dike. Em ê li dijê çanda kujerên kastîk ji bo serdemekê nû agirê Newrozê gur bikin. Jiyana nû, hevpar û azad em ê bi hev re ava bikin.”

Yakûp Almaç herî dawî banga tevlêbûna Newroza Wanê kir û got: “Em bang li jin, ciwan, kedkar û hemû gelê azadîxwaz dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicivin, têkoşîna ji bo yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin. Em ê 17ê Adarê li Erdişê Newrozê piroz bikin. 22yê Adarê jî li ber kêleka Keleha Wanê, li qada newrozê bi beşdarbûna sed hezaran ve em ê Newroza Wanê pîroz bikin. Newroza îsal ji bo me li gel cejna Remezanê dibe du cejn. Wê hevserokê me yê giştî birêz Tuncer Bakirhan, Rêhevalê me Birêz Veysî Aktaş, Aktivîsta TJAyê Birêz Derya Aslan beşdarî pîrozbahiya me bibin. Bi stranê xwe ve Koma Agirê Jiyan û Koma Rojhilat wê li qada Newrozê bibin. Em hemû gelê Wanê vedixwînin vê cejna pîroz.”

‘Divê mafê hêviyê yê Birêz Ocalan were pêkanîn’

Piştî daxuyaniyê li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî. Dîlekçî da zanîn ku erdnîgariya me gelek êşên giran kişandin û bedelên giran dan û got: “ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê pêvajoyê de Kurdan gavên pêwist ên ku dikevin ser milê wan avêtin. Bêguman aştî yek alî nabe. Ji ber vê divê dewlet demildest mafê hêviyê jî di nav de gavên pêwîst bavêje û şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bijî û bixebite bîne cîh.

‘Newroz ji bo gelê Kurd mîrateyeke dîrokî ya berxwedanê ye’

Pişt re Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî. Ûzûnay da zanîn ku Newroz cejneke gelê Kurd ya qedîm e û ev tişt gotin: “Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneke, mîrateyeke dîrokî ya berxwedanê ye ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan berdewam kiriye. Em spasiya xwe ji bo ji hezaran şehîdên Newrozê dikin ku îro bi saya wan em hebûna xwe, têkoşîna çand û zimanê xwe dimeşînin. Her wiha em spasiyên xwe ji bo Rêzdar Abdullah Ocalan pêşkêş dikin ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeta siyaseta demokratîk ji bo me avakir. Em îro pir nêzî azadiya gelê Kurd bûne. Ji bo ku jin, ciwan û gelê Kurd daxwaza çand, ziman û nasnameya xwe bîne ziman, vedxwînin Newroza 2026an ku em ê di 22yê Adarê de li ber keleha Wanê pîroz bikin.”

Piştî daxuyanî û axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û gel bi dahol û zirneyê li dora agir govend gerand.

Etîket: daxuyanîNewrozstartWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026
Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

27 HEZÎRAN 2026
Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (819)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne