Enqere – Hevberdevkê TUAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re zextên li ser girtiyan berevajî pêvajoyê zêdetir bûne û got: “Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye. Girtiyên nexweş nayên berdan û lîjneya çavderiyê jî berdana girtiyan taloq dikin.”
Li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 355 jê girtiyên rewşa wan giran, bi giştî hezar 412 girtiyên nexweş hene û nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê dermankirinê. Her wiha li gorî daneyan 230 girtiyên nexweş tevî ku nikarin pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bikin jî nayên berdan. Ji aliyê din ve jî Lîjneyên Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan jî bi hincetên cuda cuda berdana girtiyên “cezayê” wan qediyaye taloq dike. Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî ku zêdetirî 25 sal in di girtîgehan de ne jî tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nayên berdan. Li rex van pirsgirêkan, di girtîgehan de pirsgirêkên binpêkirinên mafan berdewam dikin.
Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re raya giştî li bendê ye dewlet li gor hiqûqê tevbigerê û girtiyên siyasî berde. Rapora hevpar a Komîsyona Meclîse ku di çerçoveya pirsgirêka Kurd de hatibû avakirin, tekildarî rewşa girtiyên siyasî hin xalên girîng di nava xwe dihewandin. Ji bo girtiyên siyasî hat destnîşankirin ku biryarên DMMEyê dê pêk werin û Lîjneya Çavderiyê ya Girtîgehan ku li pêşiya berdana girtiyên siyasî digire dê werin sererastkirin. Tê payîn ku dê rapora hevpar a komîsyonê di meha Nîsanê de bibe qanûn.
Hevberdevke Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Enqereyê Şîrîn Altay, tekildarî rapora hevpar a Komîsyona Meclîse û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Rapor ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têr nake’
Şîrîn Altay anî ziman ku rapora hevpar a Komîsyona Meclîse ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têr nake û wiha axivî: “Ji bo çaresriya pirsgirêkê ya herî girîng pêkanîna hiqûqê ye. Heke mekazagona Tirkiyeyê neguherê tiştên tên gotin jî li hewayê dimîne. Ji ber ku heke desthilat biguherê dikare li gor xwe van qanûnan bi cih neyne. Tirkiye tevî hevpeymanên Dadgehên Mafê Mirovan ên navneteweyî qebûl kiriyê jî gelek biryarên wan ên derbarê girtiyên siyasî de bi cih neaniye.”
‘Berdana girtiyên siyasî tê dirêj kirin’
Şîrîn Altay destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd di zindanan de destpêdike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajo destpêkiriye û vir ve di nav gel de bendewarî heye ku girtiyên siyasî bên berdan. Girtiyên siyasî ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehan de ne berdana wan taloq dikin. Hejmareke gelek mezin a girtiyên siyasî tevî ‘cezayê’ dane wan qediyaye nayên berdan. Bi hincetên li dijî hiqûqî berdana girtiyan 3 meh, 6 meh paş de diavejin. Heke ew girtî bên berdan baweriya gel jî li pêvajoyê çêdibe. Ji bo vê jî derxistina qanûn hewce nake. Tenê desthilat li gor hiqûqê tevbigere jî ew girtî dê bên berdan. Di serî de girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin divê bên berdan. Ew beriya qanûn dikare pêk were. Jixwe dema qanûn derketin divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Ji ber ku rêxistinê piştî banga birêz Ocalan xwe fesix kiriyê. Rêxistinê hemû gav avetin. Lê dewletê gaveke berbiçav neavetiyê. Ji bo wê baweriya gel ji pêvajoyê dişke. Weke saziyên girtiyên siyasî gelek caran malbat serî li me didin dibêjin zarok û xizmên me dê kengî ben berdan. Civak li benda gav avetina dewletê ye.”
‘Bi destpêkirina pêvajoyê re binpêkirina mafan zêdetir bû’
Di berdewama axaftina xwe de Şîrîn Altay diyar kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan piştî destpêkirina pêvajoyê zêdetir bûye û wiha pê dê çû: “Zextên li ser girtiyan zêdetir bûne. Ji ber ku lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin girtiyên nexweş naçin nexweşxanê û nikarin werin dermankirin. Bi şev derengiya şevê de li ser kawişa girtiyan de digirin. Dest datînin li ser namê û pirtûkên girtiyan. Bi destpêkirina pêvajoyê re serlêdanên me zêdetir dibin. Giliyên malbatan zêdetir bûn. Hewaya aştiyê ku li dervê heye lê di girtîgehan de tune ye. Mixabin zext û binpêkirinên mafan li girtîgehan zêdetir bûne.”
‘Girtiyên nexweş û yên cezayê wan xelas bûye nayên berdan’
Şîrîn Altay bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehan tê jiyîn û axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên nexweş tevî rapora “nikarê di girtîgehê de bimînê” jî nayên berdan. Girtiyên nikarin bi tenê serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin jî nayên berdan. Di girtîgehan de nexweşiyên wan zêdetir dibin. Divê li dervê bi awayekî rêk û pêk werin dermankirin da ku baş bibin. Ji aliyê din vê lîjneya çavderiyê ya girtîgehan ji avabûnê vir ve bi awayekî keyfî berdana girtiyan taloq dike. Însiyatîf di destê wan de ye. Heke naxwaze bernade. Lijneyên çavderiyê ya girtîgehan pirsgirêkan derdixîn. Li girtîgeha Sîncanê 6 meh in girtiyên jin ên ‘cezayê’ wan qediyane nayên berdan. Divê di vê pêvajoyê de Lîneya Çavderiyê ya Girtîgehan jî biguheriya.”
‘Divê birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebitê’
Di dawiya axaftina xwe de Şîrîn Altay bi lêv kir ku di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên zêdetirî 25 sal in di girtîgehan de tên ragirtin divê werin berdan û ev tişt gotin: “Mafê heviyê heviya hemû gel e. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were, dê ew pêvajo behtir pêş ve biçe. Divê demildest mafê heviyê pêk were ku ew pêvajo pêş ve biçe. Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û bi hemû raya giştî re karibe nêrînên xwe parve bike. Her wiha divê hemû girtiyên siyasî yên zêdetirî 25 sal in di girtîgehan de tên ragirtin jî jî bên berdan. Ne tenê yên di girtîgehan de ne malbatên wan jî bi wan re weke girtî ne. Banga me jî ew e ku demildest girtiyên siyasî werin berdin û bigehejin malbatên xwe.”













