Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li ser navê şandeya Bakurê Kurdistanê sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest û wiha axivî: “Em ê xwedî li berxwedana bavê Welat derkevin û em ê şopdarên rêya wî bin.”
Şandeya siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ku îro gihiştibûn Kobanê sersaxî ji malbata endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim re xwest
Şande ji Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ji Tekiliyên Derve Berpirsiyar Ebru Gunay, aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Çetîn Arkaş, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, pêk tê.
Hevseroka Giştî ya DBP`ê Keskîn Bayindir sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest û wiha got: “Em li ser navê şandeya xwe sersaxî ji malbata şehîd Salih Muslim re dixwazin.”
Keskîn Bayindir diyar kir ku li bakurê Kurdistanê ev 4 roj in amadekariyên Newrozê tê kirin û wiha got: “Em ê agirê Newrozê li bakurê Kurdistanê geş bikin û em dixwazin bavê Welat di Newrozê de bi bîr bînin. Em ê xwedî li berxwedana bavê Welat derkevin û em ê şopdarên rêya wî bin.”
Li ser navê malbata Salih Muslim, hevjîna wî Eyşe Efendî bi xêrhatina şandeyê kir û wiha got: “Em jî wek malbata şehîd Salih Muslim bi xêrhatina şandeyê dikin û em ê gelek kêfxweş in bi hatina we. Em jî wek malbat em ê her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin û xwedî li ked û têkoşîna şehîd Salih Muslim derkevin.”













