Platforma Saziyên Demokratîk li Stenbolê bi boneya salvegera 38emîn a Komkujiya Helebce û Komkujiya Beyazitê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî bikaranîna çekên kîmyewî jî, bi komkujî û şîdetê jî mafên wek adalet, wekhevî, azadî û aramiya demokratîk nayê rawestandin.
Platforma Saziyên Demokratîk li Stenbolê bi boneya salvegara 38emîn a Komkujiya Helebceyê û Komkujiya Beyazita Stenbolê li Qada Beyazitê ya li navçeya Fatîhê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partiyê ya Stenbolê û HDKê, nûner û endamên saziyên civakî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji Helebceyê heta Beyazitê komkujiyan ji bîr neke, nede jibîrkirin” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ya Kurmancî ji aliyê Hevberdevkê DBPê yê Herêma 3yemîn a Marmarayê Hasan Teymur ve hate xwendin, metna Tirkî jî aktivîsta TJAyê Rojda Yilmaz xwend.
‘Gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêşenhî dike’
Pêşî Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Murat Kalmaz axivî û diyar kir ku bi qetliaman xwestin vîna gelê Kurd tune bikin û got: “Gelê Kurd dixwaze azad bijî û daxwaze xwe tîne ziman. Lê her dem li dijî daxwazên gelê Kurd kuştin û komkujî ketin dewrê. Gelê Kurd her dem bi kuştinê û komkujiyan re rû bi rû maye. Lê gelê Kurd li dijî kuştinan her dem li ber xwe daye. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêşengî dike. Banga birêz Abdullah Ocalan jî ji bo wan pêk hat.”

‘Em komkujiya Helebce û Beyazitê ji bîr nakin’
Hasan Teymur anî ziman ku Komkujiyên Beyazit û Helebceyê di esasê xwe de komkujiyên li dijî gelan in û wiha got: “48 sal berê di 16ê Adara 1978an de li Zanîngeha Stenbolê hêzên paramîlîter û faşîstan êriş kirin û 8 xwendekar hatin qetilkirin. Dîsa, 38 sal berê di 16ê Adara 1988an de li Iraqê rejîma Baasê û dîktator Seddam Huseyîn komkujiya Helebceyê li Kurdan kir.
Rêveberiya Baasê ku wê demê li Iraqê li ser desthilatê bû, bi salan hewl da ku daxwazên gelê Kurd ên ji bo wekhevî, azadî û mafên demokratîk bi şîdeta dewletê, zordarî û rêbazên leşkerî bişikîne. Komkujiya Helebceyê jî yek ji nimûneyên herî hovane yên vê siyaseta wan bû. Herwiha li Tirkiyeyê jî tevgera xwendekarên sosyalîst li dijî cunta û şîdeta dewletê wekhevî, azadî û komara demokratîk diparast; li hemberî wan jî Komkujiya Beyazitê hat kirin û piştî wê jî 12ê Îlonê pêk hat.”
‘Komkujî kirin lê Kurdan dest ji têkoşîna xwe ya mafdar berneda’
Hasan Teymur destnîşan kir ku bi her du komkujîyan armanc dikirin ku daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelan bêne tepisandin û wiha bi lev kir: “Rejîma Baasê li Iraqê çi bû, li Tirkiyeyê jî cunta ya 12ê Îlonê ew bû. Bi zordarî, şîdet û rêbazên leşkerî hewl hat dayîn ku îradeya gelan bê teslîmkirin. Lê belê dîrok bi awayekî zelal nîşan da ku komkujî, qedexe û siyaseta zordarî nikarin têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelan ji holê rakin. Tevî êşa mezin a li Helebce û Beyazitê jî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji têkoşînê venegeriyan û mîrasa berxwedanê heta roja îro anîn.
Bi taybetî gelê Kurd ji têkoşîna xwe ya mafdar nehat paşve xistin û bi destkeftiyên xwe yên girîng beşdarî pêşketinên demokratîk ên herêmê bûye. Tevî çekên kîmyewî jî, bi komkujî û şîdetê mafên adalet, wekhevî, azadî û aramiya demokratîk nayê rawestandin.”

‘Gelê Kurd ne mehkûmê hêza cîhanî ne jî mehkûmê rejîmên zordar e’
Di berdewamiya axaftina xwe de Hasan Teymur diyar kirnku îro di pêvajoya geşedanên herêmî û cîhanî de ew di qonaxên şikestina nû û krîtîk de ne û wiha domand: “Di Rojhilata Navîn de zêdebûna aloziyan û şeran, gelan careke din dixe ber xetereyên mezin. Di vê pêvajoyê de yên ku li bendê ne Kurd di navbera hêzên cîhanî û rejîmên paşverû û otorîter ên herêmê de bên hilbijartin, dê xelet bin. Gelê Kurd ne mehkûmê hêza cîhanî ye û ne jî mehkûmê rejîmên zordar e.
Têkoşîna gelê Kurd li ser bingeha wekheviya gelan û pêşeroja demokratîk bi têgîna ‘Rêya Sêyem’ ber bi pêş ve diçe. Ev nêzîkatî diparêze ku azadî, aşitî û çareseriya demokratîk tenê bi îradeya gelan pêkan e. Gelê Kurd êdî ne çavkaniya mirovî ya ku di demên zehmet de ji aliyê hêzan ve were bikaranîn. Ew geleke ku hem li qadê hem jî di warê dîplomasiyê de hebûna xwe îspat kiriye. Tu nêzîkatiyeke siyasî ku vê rastiyê nebîne, şansê wê yê serkeftinê jî tune ye.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Di dawiyê de Hasan Teymur anî ziman ku di salvegera komkujiya Beyazit û Helebceyê de carekî din vê êrîşa dijminatiya mirovahiyê şermezar dikin û got: “Kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, minet û xemgîniyeke kûr bi bîr tînin. Ji bo ku ev êşa mezin a di dîroka cîhanê de cih digire neyê jibîrkirin û ji bo ku tu hêz careke din li hember gelê Kurd hewl nede ku êrîşeke wiha bike, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.












