Ji bo endamê PKKê Yilmaz Piling (Bunyamîn Yildiz) li navçeya Rezan a Amedê mewlûd hat dayîn.
Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Amedê de ji bo endamê PKKê Yilmaz Piling li eywan dawetê ya li navçeya Rezan a Amedê mewlûd hat dayîn.
Hevserokên partiyên siyasî, parlamenterê Partiya Wekhevî, nûnerên saziyên sivîl, Dayîkên Aştiyê, malbata Yilmaz Piling û gelek kes tev li mewlûdê bûn.
Di mewlûdê de wêneyên endamê PKKê Yilmaz Piling hate danîn, dîmenên wî jî hate temaşekirin. Piştre jî mewlûd hate xwendin.
Bavê Yilmaz Piling di mewlûdê de axivî û spasiya beşdaran kir.
Ji bo cangoriyan deqîqeyek rêz hate girtin û di dema rêzgirtinê de Çarxa Şoreşê hate xwendin. Piştre bênavber dûrişmeya “Şehid namirin” hate berzkirin.
Mewlûd bi piştî fitarê bi dawî bû.














