Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Esenler, Pendîk, Gazîosmanpaşa, Kartal û Avcilarê pirôzbahiya Newrozê li dar xist.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” tê pîrozkirin. Piştî ku di 11ê Adarê de starta Newrozê hate dayîn her şev li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz tê pîrozkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî li navçeyên Esenler, Pendîk, Gazîosmanpaşa, Kartal û Avcilarê pirôzbahiya Newrozê li dar xist.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar tevli pîrozbahiya Kartalê, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan jî tevli pîrozbahiya Avcilarê bû.
Li navçeya Gazîosmanpaşayê gel li Qada Karayollarinê kom bûn. Hevserokên DEM Partiyê ya navçeya Gazîosmanpaşayê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi gerandina govendê dest pê kir.
Paşê agirê Newrozê hate pêxistin. Dema agir hate pêxistin gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kir. Ciwan bi meşaleyan ket qadê û dirûşmeyan “Bijî Serok Apo” berz kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.














