Endama Dîplomasiyê ya KJARê Jiyan Hewraman destnîşan kir ku Kurd têkoşîneke demdirêj û bêhempa dane meşandin û wiha got: “Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike. Kurd dikarin rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn vekin.”
Rojhilata Navîn a ku şaristanî, dewlet, çand û civakbûn lê hatiye destpêkirin îro bûye qada şer û pevçûnan. Mudaxileyên hêzên navneteweyî yên li herêmê, şerên bi destên serdest û sermayedaran tên domandin herêmê kiriye navenda aloziyan. Li cihê ku çand, ziman, bawerî, şaristanî, belavî cîhanê bûye yek ji herêmên herî zêde yên bûye mudaxileya hêzên navneteweyî. Têkoşîna gel û civakan a li dijî şer û pevçûnên hêzên hegemon bênavber dike. Îro ev têkoşîn hatiye qonaxeke girîng.
Endama Dîplomasiya Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Jiyan Hewraman têkildarî geşedanên Rojhilata Navîn û Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.
‘Ezmûna Kurdan rê li ber demokrasî û azadiyê vedike’
Jiyan Hewraman destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî têkoşîneke demdirêj e, ji qonaxeke hestiyar û diyarker derbas dibin û wiha got: “Ev qonax ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû herêma Rojhilata Navîn jî xwedî bandorên stratejîk e. Di şert û mercên cîhanî de, gelek hêz hewl didin herêmê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Armanca hêzên wek Israîl û Amerîka ew e ku bi rêya guherandinên herêmî hegemonyaya xwe biparêzin. Di heman demê de, netew-dewletên li heremê li dijî gelan êrişên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de weke gelê Kurd, wek hêzeke civakî û siyasî xwedî rolek mezin e. Dikarin bêjim ku gelê Kurd xwedî ezmunek bi hêz ya tekoşînê ye ku dikare rêya gihîştina demokrasî û azadîyê hêsantir bike. Bi têkoşîna demdirêj ya gelê Kurd ve niha hişyariya siyasî û civakî di nav civaka Kurd de gelek zêde bûye. Ji ber vê yekê pir girîng e ku gelê Kurd bi hestiyariya siyasî tevbigere, yekîtiya xwe û destkeftiyên xwe biparêze. Di vê çarçoveyê de projeya neteweya demokratîk dikare bibe bersiva pirsgirêkên herêmê û rê li çareseriyên demokratîk veke.”
‘Yekitî encama têkoşîna salan e’
Di berdewama axaftina xwe de Jiyan Hewraman da zanîn ku ragihandina yekitiya siyasî ya partiyên Kurd gaveke girîng e û wiha axivî: “Di encama ezmûna têkoşîna salan hatiye amadekirin. Ev yekîtî ne tenê ji bo şert û mercên niha ye, ji bo avakirina pêvajoyekî dirêj a çareseriya demokratîk jî girîng e. Dîrok nîşan dide ku berjewendiyên civakê ji bo hêzên dewletî, girîng nebûye û îradeya wan tu car nehatiye nasîn. Herwiha ji demên berê yên dîrokê heya niha jî, me dît ku bi hevgirtina gelê Kurd, xwedî hêzbûyîn çawa derketiye holê. Hevpeymana siyasî bi armanca parastina pêşeroja gelê Kurd, parastina destkeftiyan hatiye avakirin. Yekîtiya neteweyî dikare bibe bingeh ku gelê Kurd di şert û mercên aloz de jî karibe rêya xwe bibîne.”
‘Hêza bingehîn gelê Kurd e’
Jiyan Hewraman destnîşan kir ku armanca wan ew e ku deng û daxwazên Kurdan di asta cîhanî de bigihînin platformên cuda û derbarê mijarê de wiha ev tişt gotin: “Em dixwazin hêzên din re pêwendî çêbikin da ku piştgirî bidin çareseriya demokratîk. Di heman demê de em dizanin ku hêza bingehîn gelê Kurd e. Diplomasiya bêyî piştgirî û hişyariya gel nikare serkeftî be. Ji ber vê yekê xebatên me hem di qada dîplomasiyê de hem jî di nav civakê de berdewam dikin.”
‘Çareserî bi pergaleke demokratîk pêkan e’
Di berfirehiya nirxandinên xwe de Jiyan Hewraman bi bîr xist ku bingeha şeran berjewendiyên dewletan e û wiha dêrêjî da axaftina xwe: “Hêzên cîhanî hewl didin li ser herêma Rojhilata Navîn serweriya xwe saz bikin û rê li pêşketina dijberên xwe bigirin. Lê gelê Kurd biryara xwe dane ku nebin amûra planên tu hêzan. Ji ber ku projeyên dewletan heya niha tu çareserî bi xwe re neanîn. Heke li Îranê guherînên siyasî çêbibin, ev yek dikare derfetekê biafirîne ku pirsgirêka gelê Kurd bi awayekî demokratîk were nîqaşkirin. Heta ku statûya gelê Kurd neyê naskirin û mafên siyasî, çandî û civakî yên Kurdan neyên mîsogerkirin. Li Îranê demokrasî jî pêk naye. Ji ber vê yekê çarenûsa gelê Kurd û gelên din ên li Îranê bi hev ve girêdayî ye. Çareseriyekî rast tenê dê bi naskirina mafên hemû gelan û avakirina pergaleke demokratîk pêkan e.”
‘Daxwaza azadî û demokrasiyê zindî ye’
Jiyan Hewraman da zanîn ku di demên dawî de zexta rejîman Îranê li ser gel zêde bûye û wiha pê de çû: “Gelek kes hatine binçavkirin, girtin an jî hatin kuştin. Bi taybetî girtiyên siyasî di şertên pir dijwar de têne ragirtin û gelek caran bi gefa darvekirinê re rûbirû dimînin. Li aliyê din înternet hatiye qutkirin. Ji ber ku dewleta Îranê, deng û rengê gelan sansur dike. Herêm militarîzekirî ye, gelek dever bi hêzên leşkerî ve hatine dagirtin û internet pir caran tê qutkirin da ku dengê gel negihije cîhanê. Herwiha êrişên li ser jinan jî zêde bûne. Rejîm baş dizane ku di nav civakê de jin hêzeke guherînê ne. ji ber vê yekê rejîm pir caran zexta xwe li ser jinan zêde dike. Lê tevgera civakî ya li ser bingehê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan dide ku daxwaza azadî û demokrasiyê di nav gelan de zindî ye.
‘Jin Jiyan Azadî nîşaneya hevgirtina gelan e’
Jiyan Hewraman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê tê dayî û wiha got: “Hêzên siyasî û civakî yên Kurd gelek xebatên girîng dikin da ku karibin hem gelê Kurd biparêzin hem jî rê li ber çareseriya demokratîk vekin. Yek ji wan xebatên bingehîn avakirina yekîtiya neteweyî ye. Armanca bingehîn ew e ku gelê Kurd hêza xwe, yekîtiya xwe biparêze. Çareseriya demokratîk û jiyana hevpar a gelan jî rêya herî rast e ku dikare aştiyê û aramiyê li herêmê mayînde bike. Pêwîst e em ji bîr nekin ku “Jin, Jiyan, Azadî” nîşaneya hevgirtina gelan e.”













