Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, dê sibê serî li Wezareta Dadê bide.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, dê sibe serî li Wezareta Dadê bide.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.