• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

    Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

    Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    Erdîşijî warê Newroze de bîyî: Cuya azade bi Raybero azad bena

    Li ber peravên Behra Wanê agirê Newrozê bilind bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî û amadekariyên Newrozê HATE NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

17 ADAR 2026 - 13:51
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A

Meclisa Bajar a Hesekê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakû welatiyan agirê Newrozê pêxistin. Li bajar heta 21ê Adarê dê pîrozbahiyên Newrozê bidomin. Li Helebê jî amadekariyên pîrozbahiya 21ê Adarê pêk tê, destpêkirin. Rêveberiya Dibistanan a Qomişloyê û TEV-DEMê jî bi pêxistina agir starta pîrozbahiyên Newrozê dan.

Meclisa Bajarê Hesekê li Hesekê Newroz hate pîrozkirin. Endamên Meclisê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Rayedarên Hikûmeta Demkî jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê Meclisa Bajêr Farûq Tozo axivî. Tozo diyar kir ku Newroz destpêkek nû ya jiyanê ye û wiha got: “Newroz ji nûve vejîna jiyanê û bi dawîkirina neheqiyê ye.” Tozo bal kişand ser girîngiya Newrozê ya dîrokî ji bo gelê Kurd û têkoşîna berdewam a ji bo domandina agirê Newrozê.

Tozo diyar kir ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî û nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekitiya civakî re nîşan dide. Piştî axaftinê agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahiyên Newrozê li bajar dê heta 21ê Adarê dewam bikin.

Li Helebê amadekariyên Newrozê

Kurd û dostên wan ên li Helebê jî amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikin. Komîteya Amadekar dest bi amadekirina komên hunerî yên dê di Newrozê de derkevin ser dikê, kir. Pîrozbahiya mezin dê 21ê Adarê saet di 10.00an de li Parka Zarokên Şehîdan a li herêma Şeqîf a li kêleka taxa Şêxmeqsûd, pêk bê. Komîteya Amadekar vexwendnameyên beşdarbûna çalakiyên hunerî, çandî, civakî û gelêrî yên têkildarî Newrozê belav kirin.

Li Qamişloyê starta Newrozê hate dayîn

Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişloyê, bi boneya nêzîkbûna 21ê Adarê, çalakiyek li dar xist û agirê Newroz dada. Mamoste û malbatên Şehîdan bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî beşdarî çalakiyê bûn. Cihê çalakiyê jî bi al û rengên Kurdî hate xemilandin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê berî agir pêbikeve axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û girîngiya Newrozê.

TEV-DEMê li dor agir govend gerand

Piştre meşaleya Newrozê hate pêxistin û li ber stranên şoreşgerî û gelêrî yên Kurdî govend hate gerandin. Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin.

Etîket: Farûq TozoHesekê û Heleb pîrozbahiyên NewrozêKurdistanQamişloRojavayê KurdistanêTEV-DEM
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

17 ADAR 2026
Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

16 ADAR 2026
Ji Waliya Helebceyê rexne: Qurbanî û bajêr xizmeta pêwist nabînin

Ji Waliya Helebceyê rexne: Qurbanî û bajêr xizmeta pêwist nabînin

16 ADAR 2026
‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd cangoriyên Helebceyê bi bîr anî

16 ADAR 2026
Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

16 ADAR 2026
Federasyona Gaziyan: Em dê xeyalên şehîdan Helepceyê pêk bînin

Federasyona Gaziyan: Em dê xeyalên şehîdan Helepceyê pêk bînin

16 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (648)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne