• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êrîşî jinên kurd ên pêşeng dikin

Navenda Nûçeyan /AW

19 ÇILE 2025 - 13:48
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Ji 2013an heta niha di êrîş û sûîkastên ji aliyê Dewleta Tirk ve pêk hatin de, herî kêm 16 jinên kurd ên siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen û dîplomat hatin kuştin.

Artêş û îstîxbarata Tirkiyeyê, di êrîş û sûîkastên salên dawî de herî zêde jinên kurd ên pêşeng dike hedef. Li gorî daneyan di 11 salên dawî de 16 jinên kurd ên rojnameger, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat û rêveber hatin kuştin. Li gorî daneyên li ber dest jinên hatin kuştin nûnertiya civak, siyaset û çapemeniyê dikin û pêşeng in. Li gorî daneyên heyî jinên hatin kuştin wina ne:

* 9ê çileya 2013an: Siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Rohanî) li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê hatin kuştin. Endamê MÎTê Omer Guney ku wekî kujer dehat zanîn piştî hat girtin, li girtîgehê kuştî hat dîtin.

* 4ê çileya 2016an: Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di navbera salên 2015 û 2016’an de di qedexeyên derketina derve hatibûn îlankirin. Di 4ê Çileya 2016an de endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar di êrîşa polîsan de hatin kuştin.

* 3ê Adara 2017an: Rojnamevan Nûjiyan Erhan di êrîşa hêzên PDKê ya li Şengalê de birîndar bû û di 22yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest da.

* 10ê nîsana 2018an: Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiye El Xeşan di êrîşa dewletê de hat kuştin.

* 12ê cotmeha 2019an: Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li gel ajokarê erebeya xwe Ferhad Remadan, ji aliyê komên girêdayî Dewleta Tirk hat kuştin.

* 4ê Cotmeha 2022an: Rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel di êrişeke çekdarî ya MÎTê de li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

* 23ê Kanûna 2022an: Endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî, li gel 2 hunermendên kurd li paytexta Fransayê Parîsê di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da.

* 23ê Tebaxa 2024an: Rojnamegerên jin ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dan.

* 19ê Kanûna 2024an: Balafira şer SÎHA ya Tirk li ser rêya Bajarê Sirinê û Bendava Tişrînê de êrîşî maşîneya rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kirin. Di êrîşê de Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan.

* 11ê çileya  2025: Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevala wan Şehnaz Omer li Dêrikê di êrişa balafireke bêmirov a Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

* 18ê çileya 2025an: Endama Meclisa giştî ya PYDê û Hevseroka Nivîsgeha PYDê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder di êrîşa SÎHA ya li dijî mertalên zindî ya li bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da.

Etîket: dewle tirkGulistanHevrîm XelefJinNagihanNûjiyanSaraSêvê Demîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

19 NÎSAN 2026
Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

18 NÎSAN 2026
Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

15 NÎSAN 2026
Jinên Dêrsimê daxwaza darizandina Waliyê berê Soyel kir

Jinên Dêrsimê daxwaza darizandina Waliyê berê Soyel kir

14 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne