Rapora NYyê êrişa bi ser Girtîgeha Evîn ya ji aliyê Îsraîlê ve pêk hat wek “sûcê şer û sûcê dijî mirovahiyê” pênase kir.
Şandeya Pispor a Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişa Îsraîl ya di Hezîrana 2025an de li dijî Girtîgeha Evînê pêk hat, wek “sûcê şer” nirxand. Di rapora ku li Cenevre hate pêşkêşkirin de, hate diyarkirin ku êriş ne hedefa leşkerî ye û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê.
Di raporê de hate diyarkirin ku di vê cihê ku êriş lê hat kirin de û nêzî 80 kesan jiyana xwe ji dest daye, cihekî ne leşkerî ye. Di raporê de hate gotin ku Girtîgeha Evînê girtîgeheke ku girtiyên siyasî lê tên girtin.
‘Rejîma Îranê ji pir aliyan ve sûcê li dijî mirovahiyê pêk tîne’
Li aliyê din, di raporê de hate destnîşankirin ku rayedarên Îranê jî binpêkirinên cidî yên mafê mirovan pêk tîne û ev yek wek “sûc” pênase kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di nava van binpêkirinan de binçavkirinên kêfî, îşkence, tundiya zayendî, zexta dijî jinan û bûyerên wek kuştinan hene û pêkanînên tê kirin dikeve çarçoveya “sûcê dijî mirovahiyê.”













