Berpirsekî payebilind ê îstixbarata amerîkî ji bo nerazîbûna şerê rêveberiya Trump a li dijî Îranê ji peywira xwe îstifa kir.
Rêveberê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê û hevkarê nêzîk ê Rêvebera Îstixbarata Neteweyî Joe Kent bi fermî îstifaya xwe pêşkêş kir û berdewama piştevaniya şerê li dijî Îranê red kir.
Kent di posteke li ser platforma Xê de got ku ew nikare “bi wijdanek baş” piştgiriyê bide vî şerî, ji ber ku Îran “gefeke nêzîk” li ser DYAyê çênekiriye û destnîşan kir ku derketina wî şerî ji ber zexta Îsraîl û lobiyên wê yên li nav Amerîkayê çêbûye.
Kent di peyama xwe ya ji bo serokê Amerîkayê Donald Trump de nerazîbûna xwe li hember biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Îranê anî ziman.
Joe Kent da zanîn ku ew hêvî dike ku ji nû ve vî şerê li dijî Îranê binirxînin ka ew li Îranê çi dikin û ew xizmeta berjewendiyên kê dikin.
Ji ber şerê heyî, ev yekem îstifakirina berpirsiyarekî payebilind di rêveberiya Amerîkayê de ye.
Joe Kent, leşkerekî berê yê Hêzên Taybet ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), nêzîkî 12 salan di artêşê de xizmet kiribû, beşdarî nêzîkî 12 mîsyonên şer bûbû û 6 madalyayên Stêrka Bronz wergirtibû. Paşê wekî efserê paramîlîter ji bo Ajansa Îstîxbarata Navendî (CIA) xebitî.
Destnîşankirina wî wek rêveberê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê piştî qebûlkirina wî ji hêla Senatoyê ve di sala par de pêk hat, her wiha berê jî wek serokê karmendên Rêveberiya Îstixbarata Neteweyî kar kiriye.








