Welatiyên ku bi pêşengiya DEM Partiyê li taxa Firatê ya Peyasê kom bûn agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê heta derengiya şevê berdewam kir.
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi pêşengiya DEM Partiyê tên lidarxistin bi hemû hêza xwe didomin. Îşev li taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê Newroz bicoş hat pîrozkirin. Gelek welatî, saziyên sivil û rêveberên DEM Partiyê tevlî pîrozbahiyê bûn.
Girseyê bi berzkirina dirûmeyên ” Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê heta derengiya şevê bi gerandina govendê berdewam kir.














