Bi pêşengiya DEM-Partî, DBP û TJAyê li navçeya Kercewsê ya Êlihê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hat lidarxistin.
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê li navçeya Kercewsê ya Êlihê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hat lidarxistin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê û yên navçeya Kercewsê û gelek welatiyên navçeyê tev li şahiyê bûn. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berz kirin. Girseyê li ber stranan govend gerandin û zarok xwe li ser agirê Newrozê avêtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Aslan bi xêr hatina beşdaran kir û got: “Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde. Bi vê sedemê em careke din hemû kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe hi dest dane wan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Newroz bi gerandina govendê, tilîlî û bi dirûşmeya “Newroz pîroz be” bi dawî bû.














