• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê Cejna Remezanê pîroz kir

19 ADAR 2026 - 11:14
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê bi hêviya başî, rastî, maf û edaletê Cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir û bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û bang li gelan kir ku li ser bingeha yekîtiya demokratîk tevbigerin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand. Komîteyê hêviya aştî, xwişk-biratî, azadî, edalet û wekheviyê kir. Di daxuyaniyê de cejna Misilmanên Kurdistanî û hemû cîhana Misilmanan hate pîrozkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘Destwerdana herêmê bi lez bû’

“Em di pêvajoyeke welê de ne ku ji bo gelên Rojhilata Navîn gelekî xetere û krîtîk e. Cografya me ku hêzên derve yên serwer hewl didin di asteke girîng de rolê bi dest bixe, zêdeyî 30 sal in bûye qada şerê mezin. Ev pêvajoya ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin, bi hesabên hîn bêhtir hêz, hîn bêhtir çeperên qewîn û kêrhatî, hîn bêhtir çavkaniyên aboriyê, hîn bêhtir serweriya li ser hêzên leşkerî û siyasî tê meşandin. Şerê parvekirina hêzê ya salên dawî li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên bazirganiyê hatin kirin, destwerdana li herêmê bêhtir bi lez kir.

Dixwazin gel û bawerî şerê hev bikin

Stratejiya bingehîn a hêzên hegemonîk ên ku dixwazin li qadê serwer bin parçe bû. Tê xwestin ku Rojhilatek Navîna a welê biafiranîn ku bi şerê navxweyî mijûl bibe, gel û baawerî li hemberî hev şer bikin. Ji ber vê yekê şerê ku Îsraîlê bi hincetnîşandana Hamasê li Xezeyê da destpêkirin, li seranserê Rojhilata Navîn hate belavkirin û dewam dike. Di bingeha rastiya êrişên li ser Sûriye û Îranê de ev nêzîkatiya stratejîk heye. Di rewşeke bi vî rengî de ji ber şer pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn mezin dibe. Koçberî û xizanî dibin sedem ku pirsgirêkên civakî kûrtir bibin.

Neteweya demokratîk dê pirsgirêkan çareser bike

Birêxistinkirina civakên Rojhilata Navîn li ser bingeha neteweya demokratîk hem wê pêşî li şer bigire û pirsgirêkên civakî çareser bike, hem jî bi pêkanîna aştiya herêmê wê pêşî li jiyaneke berhemdar û aram veke. Lewma bi wesîleya Cejna Remezanê em bang li gelên Ereb, Fars, Tirkan û hemû gelên Misilman û gelan dikin ku yekîtiya demokratîk xurt bikin û di nava xwişk-biratiyê de tevbigerin. Di vê serdemê de pêwîstiya herî mezin a alema Îslamê aştiya herêmê ye. Bi vê wesîleyê em bang li Misilmanên li Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ku Îslam temsîliyeta wê dike bibin yek, ji bo berjewendiyên gelên li Rojhilata Navîn civaka demokratîk ava bikin. Li hemberî hêzên ku di oxira berjewendiyên xwe de bi hemû nirxên mirovahiyê dilîzin bibin yek, tevlî karên afirandina yekîtiya demokratîk a gelan û avakirina civaka demokratîk bibin.

Divê Kurd yekîtiya xwe xurt bikin

Kurdistaniyên hêja, em îsal Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi hev re pêşwazî dikin. Cejna Newrozê ku Kurd weke sala nû pêşwazî dikin di serî de li Kurdan, li her kesî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Newroza îsal ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe wesîleya avakirina sîstema di çarçoveya neteweya demokratîk de û bang li her kesî dikin ku yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn bi rêxistin bikin, jiyaneke xwişk-biratiyê biafirînin, tevkariyê li avakirina aştî û civaka demokratîk bikin.

Em zêdetir xwedî li şehîdan derkevin

Di cejna îsal de em dixwazin bi bîr bixînin ku divê ji her salê bêhtir em xwedî li şehîdên xwe derkevin, bi komên girseyî yên gel serdana şehîdgehan bikin. Em dixwazin cejna malbatên şehîdan û girtiyan bi taybetî pîroz bikin. Em bang dikin ku bi meşandina bi xurtî ya avakirina civaka demokratîk bersiv ji bîranîna şehîdan re bê dayin. Divê ji her demê bêhtir piştgirî ji malbatên şehîd û girtiyan re bê dayin, destê alîkariyê dirêjî mirovên nexweş û hewcedar bikin û piştgiriya wan bikin.

Brexwedana azadiyê qasî îbadetê hêja ye

Weke gel em herdu cejnan îsal bi berxwedaneke dîrokî pêşwazî dikin. Weke ku em her carê bi bîr dixin, berxwedana ji bo azadî, wekhevî, maf û edaletê bi qasî îbadetê bi wate, hêja û xêr e. Em dixwazin vê yekê careke din bînin ziman. Hêzên serwer, mêtinger û qirker bi sedan salan ji parçebûna gelên Rojhilata Navîn û Kurdan hêz wergirtin û hebûna xwe pêk anîn. Bi bikaranîna gelên Rojhilata Navîn a li hemberî hev, bi bikaranîna Kurdan a li hemberî hev polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn û Kurd ava kirin. Polîtîkayên ku afirandin polîtîkayên qirkirinê ne. Yekane rêya beralîkirina êrişên qirkirinê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdan rêxistinbûna xwe ya li ser xeta neteweya demokratîk e, avakirina yekîtiya xwe ya demokratîk e.

Pêwistiya Rojhilata Navîn demokrasî ye

Pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn herî zêde bi demokrasiyê heye. Li Rojhilata Navîn gelê ku ji aliyê demokratîkbûnê ve dikare pêşketinan biafirîne gelê Kurd e. Kurd bi paradîgmaya neteweya demokratîk xwedî perspektîfeke gelekî xurt e ku rewşa xitimandî ya Rojhilata Navîn ji holê rake û tarîtiyê ronî bike. Lê belê ji bo vê jî beriya her tiştî divê Kurd di nava xwe de yekîtiya xwe ya demokratîk pêk bînin. Lewma alim, seyda û meleyên Kurdistanî li ser bingeha Yekîtiya Kurd a Demokratîk divê hîn bêhtir bixebitin, li dijî îstîsmarkarên olî û mezhebperestan ji bo bilindkirina têkoşînê divê bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Li ser vê bingehê em Cejna Remezanê di serî de li gelê Kurd, li gelên Misilman hemûyan, li Misilmanên antî kapîtalîst û demokratîk, li gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêviya xw eya ji bo edalet, aştî, yekîtî, xwişk-biratî û azadiyê ya ji bo gelan dubare dikin.”

Etîket: Cejna NewrozêCejna RemezanêîslamîyetKurdistanMisilman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026
Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

14 HEZÎRAN 2026
Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îran: DYA êriş bike em dê bersivek tund bidin

11 HEZÎRAN 2026
Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (791)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne