• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

    14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KJARê Newroz pîroz kir û banga pêşengiyê li jinan kir

19 ADAR 2026 - 16:26
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
KJARê bi wesîleya Cejna Newrozê peyamek weşand û Newroz li hemû gelên azadîxwaz, bi taybetî li jinan, pîroz kir. KJARê bang li jinan kir ku bibin pêşengên avakirina Îranek azad. 

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir û di serî de jin cejna gelê Kurd û gelan pîroz kir. Di peyamê de hate diyarkirin ku Newroz her tim li dijî zilm û dîktatoriyê sembola berxwedanê bûye û di heman demê de nirxekî hevbeş a gelên Mezopotamyayê ye. KJARê bi bîr xist ku Newroz bi rola xwe ya yekgirtin û bangkirina berxwedanê, cejna vejîna gelan e.

‘Newroz dê bibe destpêka eniyên berxwedana hevpar’

KJARê di peyama xwe de diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn hîn jî di nava şer û pevçûnan de ye û Newroz dikare bibe destpêkek ji bo avakirina eniyên berxwedaniyê li dijî her cure zilm û desthilatdariyê. Di peyamê de hate ragihandin ku Newroz, ji mîtolojiya Kawayê Hesinkar heta îro, sembola rabûnê û serhildanê ye û li dijî hewldanên bêwatekirinê, her tim wateya xwe ya tekoşînê parastiye.

‘Newroz her tim sembola azadiyê bûye’

KJARê bal kişand ku jin di parastin û veguhestina çanda Newrozê de roleke girîng lîstine û beşdariya wan her tim sembola berxwedanî û azadiyê bûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku peywendiya Newrozê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re, dikare bibe bingeha pêşxistina tekoşîna jinên Îranê û avakirina yekîtiyê.

Banga ‘bi pêşengiya jinan avakirina Îranek azad’

Di daxuyaniyê şerê li herêmê hate bi bîr xistin û bang li jinên Îranê kir ku bi beşdariya xwe ya pêşeng li qadên tekoşînê û pêxistina agirê “Newroza Azadiyê” pêşeroja Îranek azad û demokratîk ava bikin.

Etîket: ÎranJin Jiyan AzadîKJARKurdistanNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

16 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (643)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne