• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nûrhaq Ararat: Ciwan dê bi Newrozê xwe nû û zana bikin

    Nûrhaq Ararat: Ciwan dê bi Newrozê xwe nû û zana bikin

    Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newroza Amedê diyar bû

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    Îranê şevê din jî êrişî Başûrê Kurdistanê kir

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 20ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nûrhaq Ararat: Ciwan dê bi Newrozê xwe nû û zana bikin

    Nûrhaq Ararat: Ciwan dê bi Newrozê xwe nû û zana bikin

    Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newroza Amedê diyar bû

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    Îranê şevê din jî êrişî Başûrê Kurdistanê kir

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 20ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Rojava: Ji agirê veşartî ber bi qadên azadiyê ve

Besna Edîş - Bazîd Evren / AW

20 ADAR 2026 - 08:52
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Wan – Li Rojavayê Kurdistanê di salên 90î de, dema ku rejîma Baasê bi polîtîkayên bişaftinê agirê Newrozê qedexe dikir, gel bi ruhê berxwedanê cejna xwe diparast. Îro ew agirê ku li taxan bi awayeke veşartî dihat vêxistin. Îro agirê Newrozê li qadên azad ne tenê Kurdan, lê belê Ereb, Suryan û Ermenan jî di bin sîwana ‘Neteweya Demokratîk’ de dicivîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, Newroz ji pîrozbahiyeke asayî zêdetir, wekî çîroka parastina nasname û çandê tê pênasekirin. Di salên 90î de, dema ku rejîma Baasê bi polîtîkayên asîmîlasyonê agirê Newrozê qedexe dikir, gel bi ruhê berxwedanê û bi “agirê dizîka” yê di nav sobeyan de nasnameya xwe diparast. Rejîmê ji bo navê Newrozê ji bîra civakê bibe, roja 21ê Adarê weke “Cejna Dayikê” ya fermî îlan kiribû. Lê belê her ku agirê Newrozê yê li ser banan bi awayê veşartî dihat vêxistin, dibû çalakiyeke siyasî ya li dijî pergalê. Agirê ku wê demê ji aliyê polîsan ve dihat vemirandin îro di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji hêla Hêzên Ewlekariyê (Asayîş) ve tê parastin.

Qedexeyên reş û tarî û şewqa Rêveberiya Xweser

Guhertina rewşa siyasî û bi awayeke azad pîrozkirina Newrozê bidestxistina îradeyê ye. Salên 90î û 2000î di bin destê rejîmê de Newroz wekî “serhildanekê” dihat dîtin. Rejîma Baasê pîrozbahî qedexe kiribûn û bi zanebûn roja 21ê Adarê weke “Roja/Cejna Dayikê” îlan kiribû da ku navê Newrozê ji holê rakin. Di vê demê de, her agirê ku dihat pêxistin, çalakiyeke siyasî ya li dijî dewletê bû. Piştî sala 2011an Newroz êdî ne tenê cejnek bû, di heman demê de bû cejna fermî ya Rêveberiya Xweser. Guherîna herî mezin ev e. Her wiha di salên 90î de peyamên hebûn û nasnameyê dihatin dayîn, lê îro peyamên li ser pergala siyasî, xwişk-biratiya gelan û dîplomasiyê tên dayîn.

Veguherîna hunerî û estetîkî

ANF Images

TEV-ÇANDê şêwazê pîrozbahiyên Newrozê ji qelebalixiyeke sade veguherand mîstîsîzm û hunereke kûr. Li şûna pîrozbahiyên klasîk, TEV-ÇAND şanoyên mezin ên li ser mîtolojiya Kawa û dîroka Newrozê amade dike ku vê cejnê bi bingaha wê ya dîrokî ve bigire dest. Di bin sîwana vê saziyê de, orkestrayên modern û koroyên zarokan hatin avakirin ku ev yek asta hunerî ya pîrozbahiyan bilind dike. Berê pîrozbahî tenê bi çend kilamên şoreşgerî û govendan dihatin pîrozkirin lê bi xebatên TEV-ÇANDê re Newroz bû rîtueleke berxwedanê ya hunerî û berfireh.

Parastina reseniyê û folklorê

Mîsyona herî girîng a vê tevgerê, şerê li dijî bişaftina çandî û parastina her hêmayeke hûrgiliya folklorî ye.TEV-ÇAND li Rojavayê Kurdistanê rê li ber meyleke mezin a cil û bergên folklorî yên resen vekir ku ev yek wekî amûreke parastina çandê tê dîtin. Sazî giringiyeke taybet dide nexş û sembolan bi destan hatine çêkirin ku her yek ji wan di nava xwe de çîrokeke qedîm hewîne. Bi vî rengî pêşî li windabûna sembolên herêmî tê girtin.

Avakirina qadên azad

Yek ji misyonên sereke yên TEV-ÇANDê, hunerê ji bin banên veşartî ber bi qadên giştî ve derxistin bû. Bi hewildanên saziyên çandê, îro li navendên bajaran “Qadên Newrozê” yên taybet hatine avakirin da ku ev der bibin navendên kombûna gel û pêkanîna rîtûelên çandî. TEV-ÇAND hunerê wekî qadeke îrade û xwebûnê pênase dike ku gel tê de nasnameya xwe ya çandî bi awayeke azadî nîşan dide.

Mozaîka Gelan û Koçberî

Li rojavayê Kurdistanê guherîna herî bingehîn ew e ku Newroz ji sînorên “herêmên Kurdan” derbas bûye. Berê Newroz tenê ji hêla Kurdan ve dihat pîrozkirin. Îro li Rojavayê Kurdistanê Ereb, Suryan, Ermen û Çerkez jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyan dibin. Newroz ji cejneke etnîkî veguheriye cejneke herêmî û civakî. Lê mixabin di nava 10 salên dawî de guherîneke civakî ya bi êş jî çêbû. Ji ber dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, niha bi sed hezaran kes Newrozê di nav kampan de pêşwazî dikin. Ev yek li şûna ku Newrozê bi rûheke azad pêşwazîkirinê bêhtir bi hesret û daxwaza vegera welat ve derbas bibe.

Qadan tije bikin

Niha li Rojava guhertinên gelek mezin çêdibin. Ev guhertin dibe ku bibe sedema destwerdaneke nû jî û dibe ku bibe sedema serxwebûnê jî. Tijekirina gelê Kurd ya qadên Newrozê, dê li ser guherandina statuya Kurdan bandoreke mezin û erênî ava bike. Agirê ku bi keda cangoriyên azadiyê hatiye pêxistin, dê gurtir be û siberoja Kurdistanê ronîtir bike.

Etîket: Neteweya DemokratîkNewroza RojavaRêveberiya XweserTEV-ÇAND
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

18 ADAR 2026

Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

14 ADAR 2026
Rêveberiya Kobaniyê: Hikûmeta Demkî pêwistiyên Peymanê bi cih naîne

Rêveberiya Kobaniyê: Hikûmeta Demkî pêwistiyên Peymanê bi cih naîne

12 ADAR 2026
Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

27 SIBAT 2026
‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

Şam û Enqere dorpêça Kobaniyê hevpar didomînin

21 SIBAT 2026
Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin

    Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 209 şexsiyetên Başûrê Kurdistanê projeya ‘Yekîtiya Neteweyî’ dan destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (759)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne