Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di resepsiyona Newrozê ya Amedê de axivî û wiha got: “Ez hêvî dikim ku sala 2026an bibe salek ku gavên demokratîk bên avêtin, qanûnên taybet bên derxistin, ziman û nasnameya Kurdan bê naskirin.”
Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê bi boneya Newrozê li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê resepsiyonek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de nivîsa li ser navê Platforma Piştgirî û Parastina Bajarê Amedê hate xwendin. Nivîsa Kurmancî Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) Veysî Ulgen û nivîsa bi Kurmanckî Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û Tirkî jî Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Yildiz Ok Orak xwendin. Piştî xwendina nivîsê hunermend Alî Tekbaş bi stranên xwe yê Kurdî ve beşdarvan coşandin.
‘Heke yekîtî hebe, paşeroj heye’
Veysî Ulgen di axaftina xwe de anî ziman ku Newroz, li vê erdê dijî zulmê navê berxwedanê ye û got: “Newroz, dema Kawa ku li dijî Dehaqê pêxistî bû, heta îro hêjî agirê azadiyê ye. Ev agir sed salan e ku ne vemirîye. Îro jî li vê qadê hêjî pêdikeve. Dîroka me ya Kurdan dîroka têkoşînê ye. Sed salan e em li dijî zulmê, li dijî înkarê û li dijî asîmilasyonê ditêkoşîn. Zimanê me hate qedexekirin, çanda me hate înkar kirin. Lê her car em wekî agirê Newrozê dîsa pêketin,dîsa em rabûn, dîsa em hebûn.ji ber ku di bîra vê gelê de berxwedan heye. Li Rojhilata Navîn pergal dihêjike, balans tê guhertin. Daxwazên gelan bi dengê bilindtir têne gotin. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd li her derê, li Amedê, li Rojava, li Başûr û li Rojhilatê têkoşîna azadî û demokrasiyê didomîne. Em bang li hemû gelê Kurd dikin: ji bo paşeroja me, ji bo azadiya me, ji bo aştîyê yekîtîya neteweyî mezin bikin. Heke yekîtî hebe, hêvî heye. Heke yekîtî hebe, paşeroj heye û îro em ji vê qadê bi hev re bang bikin: Bijî yekîtiya gelê Kurd.”
‘Di Newroza 2026an de çek bêdeng bûn’
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî pîrozkirina Newroz û Cejna Remezanê dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan wiha got: “Ez Mazlûm, Rehşan, Zekiye û Kemal Kurkutan bi rêzdarî bi bîr tînim û silav dikim. Wan riya me ronî kir. Ji bo Tirkiyeyeke wekhev û demokratîk jiyana xwe dan. Newroza 2026an bû Newrozeke ku çek bêdeng bûn. Ez hêvî dikim ku sala 2026an bibe salek ku gavên demokratîk bên avêtin, qanûnên taybet bên derxistin, ziman û nasnameya Kurdan bê naskirin.”















