Parêzgerê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê Hesekê ji bo ku tev li bernameyên Newrozê bibin, çûn Şamê. Li Sûriyeyê wekî encama têkoşîna gelê Kurd Newroz êdî cejna fermî ye.
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl li Şamê ne. Ehmed û Xelîl şevê din tevlî çalakiyên pêxistina agirê Newrozê ya li taxa Zorava bûn. Di çalakiyê de Ehmed û Xelîl bi welatiyan re hatin gel hev û Newroz pîroz kirin.
Ji Hikûmeta Şamê pîrozbahiya Newrozê
Çavkaniyan diyar kir ku Parêzger Ehmed û Mehmûd Xelîl dê li rex Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera û hejmarek rayedarên hikûmetê di merasîma vêxistina agirê Newrozê ya li Şamê de amade bibin.
Li Sûriyeyê Newroz êdî cejna fermî ye
Di dîroka Sûriyê de yekem car Newroz bi fermî tê bikaranîn. Li gorî Peymana 29ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêk hatî de Newroz wekî cejna gelê Kurd li Sûriyeyê fermî hate naskirin. Li hemû Sûriyeyê roja Newrozê dê betlane be.
Hikûmet merasîmê pêk tîne
Yekemîn pêkanîna vê biryarê îsal pêk hat. Bi vê boneyê Hikûmeta Şamê dê merasîmek Newrozê li dar bixe. Hate zanîn ku Nûredîn Ehmed û Mehmûd Xelîl dê tev li vê merasîma Hikûmeta Demkî bibin û Newrozê pîroz bikin.













