Li Newroza Amedê piştî hin axaftin û stranbêjan agirê Newrozê di nava coş û kelecana gel de hate vêxistin.
Li Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran bi hemû coş û kelecanê berdewam dike. Piştî hin axaftin û stranbêjan li qadê agirê Newrozê hate pêxistin. Agirê Newrozê bi berzkirina dirûşman û tilîliyan hate pêxistin. Gurika agirê Newrozê tîna xwe da qada Newrozê û piştre bi sed hezaran li ber stranên Alend Hazim govend gerand.















