Tekîrdag – Pîrozbahiyên Newroza Tekîrdagê ya bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin, bi stranên Koma Erbaneyê dest pê kirin.
Pîrozbahiyên Newroza Tekîrdagê bi tevlibûna hezaran dest pê kir. Koma Erbaneyê ya Komeleya Pêxistina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê ya Kizilpinara Tekîrdagê derket ser dikê.
Komê gel silav kir, Cejna Newrozê û Cejna Remezanê li gel pîroz kir û dest bi strîna stanên xwe kir.






