Bi beşdariya Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Amed Melazgir şervanên HPG û YJA STARê agirê Newrozê pêxist.
Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi coş tê pîrozkirin. Şervanen Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA STARê jî li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê pêxistin. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Amed Melazgir jî tev li pîrozbahiyê bû. Şervanan bi coşek mezin agirê Newrozê pêxist û li dora agir govend girêdan. Şervanan li ber stranan demek dirêj Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Newroza gelê Kurd û hemû mirovahiyê jî hate pîrozkirin.
Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke ye
Fermandarê HPGê Amed Melazgir pêşiyê Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, tevahiya gelê Kurd û dostên wan pîroz kir. Melazgir li ser rewşa siyasî ya dawî axivî û bal kişand ser pêşketinên li Kurdistanê. Melazgir pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi bîr xist ku diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan pêwistiya bingehîn û şertê sereke ye.
Di pîrozbahiyê de şano hate lîstin û şervanan bi stranan bernameya Newrozê bi dawî kir.























