Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama Newrozê de diyar kir ku pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û got: “Aştiya li Tirkiyeyî ji bo berjewendiya herdu gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Çarenûs û berjewendiyên me yek in.”
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Nêçîrvan Barzanî xwend.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku ji bo wan Newroz cejneke taybet e û wiha got: “Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.”
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Newroz ji bo wan cejneke taybet e û wiha got: “Sembola vejîn û îradeya jiyanê ye. Her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku hertim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê. Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salanê yê ciwan, bi serê xwe; cejna jiyan û ciwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu.”
Aştiya li Tirkiyeyê ji bo gelê Kurd û Tirk e
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê jî anî ziman û got: “Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya herdu gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike. Em pir ji kevnde cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin.”
Nêçîrvan Barzanî herî dawî wiha got: “Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne. Werin em hemû pêkve kar bikin ji bo ku di van rojan de, ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî. Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”













