Koma Agirê Jiyan ku piştî 23 salan derket ser dika Newroza Amedê ya dîrokî bi strana xwe ya Newrozê ku nû çêkiriye dest bi konserê kir.
Newroza Amedê ku bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” li Qada Newrozêw tê lidarxistin bi coşeke mezin berdewam dike. Piştî axaftin û peyaman Koma Agirê Jiyan piştî 23 salan derket ser dika Newroza Amedê ya dîrokî. Agirê Jiyan ku bi strana xwe ya nû ya ji bo Newrozê çêkirî dest bi konsera xwe kir, wiha got: “Piştî demeke dirêj em weke Agirê Jiyan bi dilxweşî û kelecanî di nava gelê xwe de ye. Em îro ne tenê ji bo stranan bêjin hatin, em hatin ku agirê Newrozê bi hev re gurtir bikin. Em dizanin ku îro li vir ne bi tenê ne, Zekiye, Ronahî, Bêrîvan, Rehşan, Sema û gelek cangoriyên wan ên em navên wan yek bi yek bihejmêrin jî di nava me de ne li qadê ne. Ji ber ku Newroz tenê cejn nîne berxwedan e, hêvî ye, jiyana nû ye. Amed hûn amade ne. Newroza we pîroz be.”
Agirê Jiyan bi stranên “Aştî, Rehşan, Dîlan û Adarê” ku di nava gel de tên zanîn û hezkirin berdewam kir. Gel bi coşeke mezin bi komê re stran gotin û govend gerand.














