• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    Li Qamişloyê çem hilçû mal di bin avê de man

    Li Qamişloyê çem hilçû mal di bin avê de man

    Xeteriya li ser girtiyên zindana Evînê zêde dibe

    Xeteriya li ser girtiyên zindana Evînê zêde dibe

    Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

    Malbat û parêzeran hevdîtina cejn û Newrozê li Îmraliyê pêk anîn

    Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    Newroza Qendîlê ligel baranê bi coş dawî bû

    Newroza Qendîlê ligel baranê bi coş dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Leyla Zana: Gel Serok Apo li vir dixwaze

Amed / AW

21 ADAR 2026 - 15:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi gotina, “Ez di şexsê Serok Apo de cejna we pîroz dikim” Newroza gel pîroz kir û bang pêşxistina yekîtiya gelê Kurd kir. Li Newrozê peyamên serokên giştî yên CHP û Partiya DEVAyê jî hatin xwendin.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di Newroza Amedê de axivî û Newroza gel pîroz kir. Zana wiha got: “Amed, we bi sekna xwe bereket anî. Newroz pîroz be. Ji vir gelek peyam hatin dayîn. We ji bo Rojava jî sekneke xurt nîşan da. Gelê Kurd bi sekna xwe peyama xwe da siyasetmedaran, em yek in, Kurd in û weke gelên din xwedî maf in. We peywîra xwe bi cih anî. Divê siyaseta Kurd jî erka xwe pêk bîne. Ez dixwazim ji hikumetê re jî çend gotinan bejim, salek û nîv e hûn daxwaza vî gelî pêk naînin. Gel dixwaze Serok li Amedê bibîne. Ji ber ku dixwazin pêşerojê bi hev re ava bikin. Di kesayeta Rêber Apo de Newroza hemû girtiyan pîroz dikim. Di nav xêr û xweşiyê de bimînin. We sekneke xurt diyar kir. Cîhan hemû we temaşe dike. Di nava xweşiyê de bimînin, azad bijîn û her tim li ser pêyan bin.”

Babacan: Bi hêviya pêşerojek demokratîk

Li Newrozê peyama Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî hate xwendin. Babacan Newroza gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Newroz mizginiya biharê ye, Newroz sembola jiyana hevpar û wekhev e. Em hêvî dikin ku di nav hawirek bi aram û ku herkes dikare xwe bi awayek demokratîk îfade bike, jiyanek hevpar ava bikin. Bi van hestan ez di hizûra hemû Amediyan de Newrozê li pîroz dikim. Newroza we pîroz be.”

Zinar Sozdar derket ser dikê

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê peyamek şand. Ozel, Newroza gel pîroz kir û got ku tekane rêya li pêşiya wan aştî ye. Ozel, anî ziman ku Newroz mizgîniya têkçûna zaliman e û heta ku ew têbikoşin dê çarenûsa zaliman her tim têkçûn be.

‘Yên bi êşên Kurdên li Sûriyeyê kêfxweş dibin ne ji men e’
Ozel, got ku îsal Cejna Remezanê û ya Newrozê gihiştine hev û got ku yên dema xwişk-birayên wan tên bombebarankirin û di bin zilmê de dikenin xwedî tu mirovatiyê nînin û got: “Yên kenê xwe bi hesrên çavên Kurdên li Sûriyeyê dikin û yên keyfa xwe bi êşa wan tînin jî ji me nînin.”  Ozel, got ku CHP li dijî tundiyê bi çareserî û aştiyê re ye; hişmendiya Kurdan û Tirkan bi hev dide qirkirin ji bo wan tu hukmê wan nîne û yên ji bo menfaetê xwe gel ji hev dûr dixe jî alîgirê Dehaqê zalim in. Ozel, herî dawî got ku ew ê tevî gelê Kurd bi awayekî wekhev û birûmet bijîn û bihar û Newroza wan jî ev e.

Li dû peyaman Hunermend Zinar Sozdar derket ser dikê û kilam stirîn. Newroz bi performansa Zinar Sozdar didome.

Etîket: Ali BabacanLeyla ZanaNewroza Azadî û YekîtiyêOzgur OzelZinar Sozdar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Qendîlê ligel baranê bi coş dawî bû

Newroza Qendîlê ligel baranê bi coş dawî bû

21 ADAR 2026
Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

21 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn

20 ADAR 2026
Numan Kurtulmuş bi Ozgur Ozel re civiya

Numan Kurtulmuş bi Ozgur Ozel re civiya

24 SIBAT 2026
Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

24 SIBAT 2026
DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

27 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya li çiyayên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê reng û dengê qadê bû Abdullah Ocalan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (840)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne