Li Qada Newrozê ya Wanê amadekariyên sibê, ber bi dawiyê ve tê. Qad bi flamayên “Newroz Pîroz Be” tê xemilandin.
Agirê Newroza 2026an ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin, sibê li Wanê gur û geş bibe. Li Qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê amadekarî ber bi dawiyê ve diçin û qad bi alên DEM Partî, DBP û nivîsa “Newroz Pîroz Be” tê xemilandin.
Li gorî bernameyê sibê Newroza Wanê dê bi vî awayî bê lidarxistin:
* Saet di 11:00an de dê bi rêzgirtinê bername dest pê bike û dû re dê li gorî rêzê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Ûmût Tayanir gel silav bike. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt û Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr wê biaxivin.
* Saet di 11:30an de dê Koma Rojhilat derkeve ser dikê.
* Saet di 12:00an de dê agirê Newrozê bê pêxistin.
* Dê di saet 12:05an de Aktîvista TJAyê Kevser Çelîk, saet di 12.15an de Veysî Aktaş û saet di 12.45an de jî Aktivîsta TJAyê Derya Aslan dê derbikeve ser dikê.
* Saet di 13:00an de Koma Agirê Jiyan dê stranên xwe bi welatiyan re bibêje.
* Saet di 14:00an de wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftina xwe bike.
* Herî dawî dê saet di 14:15an de Şiyar Berwarî, saet di 15:00an de jî Hozan Şervan derbikevin ser dikê û bername bi stranên wan dê bi dawî bibe.














