Amed îro bû navenda vîna gelê Kurd. Bi sed hezaran kes di Newroza 2026an a Amedê kirin qada azadî û yekîtiya gelê Kurd.
Îro li Amedê agirê Newrozê ji bo azadî û yekîtiya gelê Kurd hat pêxistin û girseya gel li dora dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bû yek. Bi sed hezaran kes ku hatin Qada Newroza Amedê, bi qerebalixe ku wekî qiyametê dihat pênasekirin, agirê azadiyê geş kirin.
Qerebalixiya mezin a ku qad tijî kiribû ji bo guhdarîkirina peyamên girîng hatibû cem hev. Newroza îsal carek din wêneyê Newroza biryardariyê derxist holê û nîşanî cîhanê da.
Di Newroza îsal de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî nexşerêya qonaxa nû hate pêşwazîkirin. Bi sed hezaran kes bi saetan bi baldarî guh da nirxandinan, bi dirûşmên xwe careke din nîşan da ku muxatabê sereke yê çareseriya pirsgrêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn Îmralî ye. Vîna mîlyonan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan wekî daxwaza herî bingehîn derket pêş.
Taybetmendiya herî mezin a Newroza 2026an, ruhê yekîtiya neteweyî bû. Peyamên ku bi taybetî ji Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şandin, bûn sedema moral û hêviyek bêhempa ya yekîtiyê. Hat diyarkirin ku çarenûsa her çar parçeyan yek e û parastina destkeftiyên neteweyî erka herî pîroz e.
Ji kadraja nûçegihanê me Lezgîn Akdenîz wêneyên taybet ên ji pîrozbahiya Newroza Amedê:














