Amerîkayê diyar kir ku hêza Îranê ya li ser Kendava Hurmuzê lewaz bûye. Her wiha 22 welatan bang li Îranê kirin ku êrîşên xwe rawestîne û Kendava Hurmûzê ve veke.
Gelek welat ku di nav de Yekîtiya Mîrektiyên Ereb (YME), Behreyn, Îngilistan, Fransa, Almanya û Japonyayê êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî û tesîsên neft û gazê yên li herêmê, şermezar kirin û bang li Îranê kirin ku di Kendava Hurmuzê ji çûn û hatina keştiyan re nebe asteng.
22 welatan bi daxuyaniyeke hevpar gotin ku bandora kiryarên Îranê dê herî zêde mirovên bêyî parastin mane bike.
Amerîka hêza Îranê ya dervayê sînorê wî dê ji holê rake
Fermandarê leşkerî yê Amerîkayê destnîşan kir ku hêza Îranê ya li ser li Kendava Hurmuzê kêm bûye. Fermandariya Navendî yê Amerîkayê Thomas Strong îro di parvekirina xwe de got ku hêzên Amerîkayê planekê dike ku hêza Îranê ya li derveyî sînorên wê ji holê rakin.
240 dron û moşekên Îranê li ser Urdunê hatin xistin
Artêşa Urdunê îro ragihand ku Îran û wekîlên Îranê di êrîşên vê hefteyê de herî kêm 14 moşek avêtin Urdunê û zarokek ji van êrişan birîndar bûye. Berpirsên leşkerî ragihandin ku di sê hefteyên borî de bi giştî 240 moşek û dron li ser Urdunê hatine xistin.













