Hejmara 11emîn a rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Qadên azadî û yekîtiyê” derket.
Rojnameya Azadiya Welat ku heftane tê çapkirin, di vê hejmara xwe ya 11emîn de cih da pîrozbahiyên Newrozê û peyamên ku li qadan derketin pêş. Rojnameyê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza Amedê şandibû derxist pêş. Rojnameya vê hefteyê bi manşeta “Qadên azadî û yekîtiyê” gihîşt ber destê xwîneran. Disa cih da dîmenên ku li qadan derketin pêş û her wiha peyam û daxwazên milyonan Kurdistaniyên ku li qadan anîn ziman derxist pêş.
Rojnameyê di rûpela jinan de cih da nirxandinên Fermandara YPJê Sarya Efrîn a der barê entegrasyona di nav artêşa Sûriyeyê de û bal kişand ser rista jinan a di nava artêşê de. Dîsa di heman rûpelê de cih da gotara Nivîskar Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê ‘Siyaseta demokratîk û jineolojî’. Rojnameyê di rûpela nûçeyan de zêdetir cih da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê şandiye û pîrozbahiyên Newrozê.
Rojnameyê vê hefteyê li ser xebat û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî bi Hevseroka KNKê Zeynep Murad re hevpeyvîn kir. Rojnameyê bi sernavê “Zimanê aştiyê dikare rê li ber yekîtiyê vebike” cih hevpeyvînê.
Gotar û nivîsên nivîskarên din ku di rojnameyê de cih digirin wina ne:
Adar Jiyan: Cudahiya mekeziman û zimanê dayikê,
Felemez Ulug: Ber bi rêya sêyemîn ve
Hesen Huseyîn Denîz: Îran çiraveke bêserûber e
Şadiye Manap: Newroz rengê jinan, giyana azadiyê ye
Medenî Ferho: Modernîteya Kapîtalîst rastiyan dikuje
Îbrahîm Êzidî. Gefên li ser Şengalê û peyamên Rêber Apo
Prof. Dr. Abdulîllah Polat: Şoreşa Newrozê ya derûnî
Lêl Amed: Dîzayno newe û rolê kurdan
Mehmet Zahar Oluk: Ziwanê ma vîrê ma yo
Sînan Sutpak: Halînê ziwanî
Zeynep Durgut: Bi xêzkirina derî li jiyanê vekir
Lîzşêr Amed: Newroza 2026î bî Newroza Rayberîye ye
Rûpelên rojnameyê bi awayê PDFê wiha ye: Azadiya Welat HEJMAR 11













