Li gorî agahiyên hatin belavkirin rejîma Îranê hêzeke xwe yê mezin li Merîwanê û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bicih kiriye.
Her ku şer giran dibe û dema şer dirêj dibe tirsa rejîma Îranê ya têkçûnê jî zêde dibe. Li gorî nûçeya RojNewsê; hêzên herêma Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku rejîma Îranê hêzeke zêde yê leşkerî bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye.
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îran 24 roj li pey xwe hişt. Li gorî agahiyên herêmê û medyaya Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îran hêzên xwe yên li herêmên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike.
Tê gotin di nava 3 rojên borî de, rejîma Îranê hêzeke zêde li bajarê Kurdan Merîwanê, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kudistanê, herwiha li çiyayên Surenê ku dikeve beramberî navçeya Seyîdsadiq ya Başûrê Kurdistanê bicih kiriye.
Li gorî çavkaniyan, rejîm bi vê rêbazê dixwaze zext û tirsa li Kurdan zêde bike û di nava çiyayên Kurdistanê de hêzên xwe yê leşkerî ji êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê biparêze.













