Îranê daxuyand ku di 24 rojên dawî de bi DYAyê re tu têkilî nehatine danîn û îdiaya Trump a “hevdîtinên erênî” red kir.
Wezareta Karên Derve ya Îranê îdiayên ku dibêjin bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re hevdîtin hatine kirin, derewand. Berdevkê wezaretê diyar kir ku di 24 rojên dawî de bi Washingtonê re tu têkilî çênebûye.
Ev daxuyandin wek bersivekê ji bo gotinên Serokê DYAyê Donald Trump hat ku gotibû di navbera her du welatan de “hevdîtinên pir baş û berhemdar” pêk tên.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, berdevk ragihand ku bi rêya hin welatên dost, DYAyê daxwaza hevdîtinê ji bo qedandina şer gihandiye wan, lê Îranê heta niha bersiv nedaye van peyaman.













