Hat eşkerekirin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 25 êrişên bi moşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê pêk hatine.
Her ku diçe êrişên li dijî Herema Kurdistanê zêde dibe. Li gorî agahiyan di 24 saetan de herî kêm 25 êrişên bi moşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê pêk hatine û ji ber van êrişan kuştî û birînîndar hene. Her wiha xesara madî jî çêbûye. Hat gotin ku 2 kampên penaberan jî di nava cihên ku êriş bi ser wan de hatine de ye.
6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
Li gorî agahiyan 20 êriş li dijî Hewlêrê û 5 êrişên din li dijî Silêmaniyê pêk hatine. Êrişek jê bi 6 moşekan li dijî hêzeke Fermandariya Herêma 1ê ya Hêzên Pêşmergeyan pêk hat. Hat diyarkirin ku di vê êrişê de 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 30 pêşmerge jî birîndar bûn.
Di 24 saetan de 25 êriş
Îro saet 03:00an de êrişa 6 moşekan li dijî Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Pêşmergeyan pêk ta. Saet 03:00ê de dronek li asmanê Hewlêrê hat têkbirin. Duh bi şev saet 24:00an de 5 dron li esmanê Hewlêrê li taxên Sêbîran, Gird Cotyar û gundê Gezneyê xistin. Saet di 23:00an de jî dronek li esmanê Hewlêrê hat têkbirin. Saet di 08:00an de jî 2 dron li esmanê Hewlêrê hatin têkbirin.
Kampa penaberan jî hat bombebarankirin
Duh bi şev dronek li Kesnezanê ya Hewlêrê ket xwarê. Her wiha dronek kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Girdeçalê ya li nêzîkî bajarê Hewlêrê hat bombebarankirin. Dronek jî bombe li kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê barand.
Bi şev dronek jî li esmanê Soranê hat xistin. Di heman şevê de li Dola Alaneyê ya li navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê dronek ket xwarê, di êrişa li gundekî Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ya li parêzgeha Silêmaniyê de 4 dron ketin xwarê. Îro şeveqê saet di 05:30an de dronek ji aliyê hêzên parastinê ve hat têkbirin. Drona hat têkbirin ket ser maleka li taxa Hewlêrê û di malê de şewat pêk hat.
Ev êrişên bi moşek û dronan hem ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve û hem jî ji aliyê hêzên wekîl yên Îranê yên li Iraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê pêk tên.













