Li Hotêla Grand Kartalê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkayayê şewat derket. Di şewatê de 10 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Li Hotêla Grand Kartalê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkayayê ya Boluyê de şewat derket. Li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn. Sedema derketina şewatê hêj nehatiye zanîn.
Waliyê Boluyê Abdulazîz Aydin jî têkildarî şewatê daxuyanî da. Aydin got ku 234 kes li hotêlê diman, şewat saet derdora 03.30an di qata restourantê derketiye. Aydin da zanîn ku di şewatê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 31 kes jî birîndar bûne. Aydin anî ziman ku piraniya şewatê hatiye kontrolkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkeya jî diyar kir ku di şewatê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûne.