Gelê Qamişloyê bi girseyî 7 pêşengên civakê yên di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest dan ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê kir.
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê, nûnerên saziyên sivîl, rûspiyên êlên kurd û ereb, Rêveberiya Xweser û saziyên jinan û yên ciwanan, beşdarî merasima cenazeyên 7 pêşengên civakê ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê kir. Karwanê oxirkirina 7 pêşengên civakê ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê ya kantona Cizîrê, ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ket. Girseyê cenazeyên Şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, hevseroka Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk a Qamişloyê Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişloyê Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ku dema nobedariya bendava Tişrînê dikir, di êrişa artêşa Tirk de şehîd bûn, dan ser milê xwe û ber bi goristanê ve bi rê kir. Girseyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Xebat (Şahîn Nezîr Îbrahîm) ku li Dêrazorê di şerê li dijî komên çete yên bermahiyên rejîma Baasê de şehîd bûbû jî li gel cenazeyên 7 kesan bi rê kir. Darbestên şehîdan bi kulîlkan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin xemilandin.
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê ji bo pêşwazîkirina pêşengên civakê li ber Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn û cenaze bi girseyî pêşwazî kir.