Komeleya Wejekarên Kurd li Şaxa ÎHDê ya Amedê, têkildarî serdegirtina komeleyê daxûyanî da. Endamê Komeleyê Mîhdî Perînçek bertek nîşan da û got: “Armanca wan çi ye? Êdî ji vir û şûn de çi bê serê komeleyê perpisiyar mudiriyeta polîsan e.”
Polîsan di 19 çileyê de li navçeya Peyasê ya Amedê bêyî agahiya rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, bi ser avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd de girt. Polisan di serdegirtine de dest danîn ser 150 pirtûkan û hezar û 500 hejmarên rojnameyan. Nûner û rêveberên Komeleya Wejekarên Kurd tekildarî serdegirtina komeleyê li Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da û gilî kir. Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mîhdî Perînçek li vir axivî û wiha got: “Di 19 cilê de bi ser komeleyê de girtin. Gelek pirtûk û rojname desteser kirin. Dema ku bi ser komeleyê de girtin tu agahî jî nedane hevserokê komeleyê. Em dû re cûn li midûriyeta polîsan. Lê emnîyetê got ‘Agahiya me tunne ye’. Em tiştekî nizanin û em şandin TEMê. Dema em çûn TEMê, wan jî got ‘Agahiya me tune ye’. Em li vir dipirsim. Kê ev sergirtina aqûbeta vê ne diyar pêk anî. Armanca wan çi ye? Êdî ji vir û şûn de çi bê serê komeleya wejekarên kurd perpisiyar mudiriyeta emnîyetê ye.”
Pişt re Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî diyar kir ku bi aveyekî korsanî bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtine û wiha got: “Hewl didin ku saziyên me yên sîvîl krîmînalîze bikin. Bi vî avayî êrişên ziman û wêjeya kurdî dikin.. Em wan êrişên hovane qebûl nakin.”