AVAMED a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê tiştên piçûk ên dikevin ber mazgala avê ya kanalizasyonê û mazgalan asê dikin bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî dîmenek parve kir û got: “Tiştên piçûk kom dibin û dibin tofaneke mezin.”
Gerînendetiya Karûbarên Av û Kanalîzasoyonê (AVAMED) ya Şaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê bermahiyên ku mazgalan ava kanalîzasyonê asê dikin û dibin sedema rabûna lêhiyan bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dîmenek parve kir.
‘Parastina bajar berpirsyariya me hemûyan e’
AVAMED da zanîn ku bermehiyên piçûk ên tên avêtin, dema baran dibare mazgalên avê asê dike û diyar kir ku mazgalên asê jî nikarin pêşî li rabûna lêhiyan bigirin. AVAMED da zanîn ku li bajêr ji bo jiyaneke aram berpirsyarî dikeve ser milê hemû welatiyan û xwest di vî warî de hestiyarek ava bibe.









