Rêvebera Komeleya Koçberên Efrînê Nesrîn Silêman diyar kir ku di gora komî ya li Naqqarînê hatiye dîtin de 270 cenaze hene. Nesrîn Silêman anî ziman ku fikarên wan hene ku ew cenazeyên Kurdên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatine revandin an jî qetilkirin in.
Li gorî nûçeya Dervîş Çîmen a di Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatiye weşandin, agahiyên têkildarî welatiyên ku piştî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê yên di 6ê Çileyê de hatine revandin, winda bûne û hatine qetilkirin, derdikevin holê. Li gorî nûçeyê li Neqqarîna li rojhilatê Helebê ya li ser rêya M4ê goreke komî ya 270 cenaze têde veşartî hate tespîtkirin. Herêma berbehs 10 kîlometreyan dûrî Taxa Eşrefiyê ye û ev yek nîşan dide ku hejmareke mezin ya cenazeyan ya wan welatiyan e ku di dema êrîşan de hatine qetilkirin.
Di encama êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û Tirkiyeyê yên dinav bera 6 û 29ê Çileyê de deh hezaran Kurd ji cih û warên xwe hatin kirin, bi sedan kes hatin qetilkirin û gelek kes jî hatin revandin. Tevî lihevkirina li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî tabloya têkildarî kesên winda bûne, hatine revandin û qetilkirin zelal nebûye û çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku bi taybetî nediyariya têkildarî kesên hatine revandin û windakirin berdewam dike.
Ji windayan agahî nayê girtin
Li gorî agahiyên ku di nûçeya berbehs de cih digire, parlamentera Kanntona Baselê Franziska Stier ku di nava heyeta navneteweyî ya çûyî Rojava de cih digirt, rewşa Kurdên winda xistiye rojevê. Rêvebera Komeleya Koçberên Efrînê Nesrîn Silêman diyar kir ku nêzîkî ji 3 hezar kesî agahî nayê wergirtin û got ku nayê zanîn bê ka ev kes li ku ne û çi hatiye serê wan. Nesrîn Silêman da zanîn ku ji dagirkirina Efrînê ya di sala 2018an ve ye pirsgirêka têkildarî windayan kûr dibe û berdewam dike.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku hejmara kesên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve hatine girtin ku welatiyên sivîl jî di nav de gihîştiye 1070’yan. Di çarçoveya lihevkirina di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de di 19ê Adarê de 300 girtî hatin berdan lê belê çavkaniyên xwecihî dibêjin ku tu têkiliya beşeke mezin a kesên ku hatine berdan bi êrîşên dawîn re tune ye.
Êrişên piştî 6ê Çileyê î dîlgirtin
Nesrîn Silêman, da xuyakirin ku êrîşên di 6ê Çileyê de dest pê kirin, ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê û hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatin kirin û got, “Êrîş heşt rojan dom kirin. Di vê demê de, xetên ragihandinê hatin qutkirin û sivîl nekarîn bi cîhana derve re têkilî daynin. Gelek kes neçar man ku bi şev taxên xwe biterikînin. Hin kes li xalên kontrolê yên li ser rêyan hatine danîn, hatin revandin an jî dîlgirtin.
Nesrîn Silêman, destnîşan kir ku dema Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji hin deveran vekişiyan, komên çekdar sivîl hedef girtine û got ku di vê pêvajoyê de gelek kuştin, revandin û komkujî çêbûn. Nesrîn Silêman, her wiha da zanîn ku ji ber ku li Reqa û Dêrazorê komên çekdar ên cûda hebûn, nekarîne agahiyên rast li ser kesên winda û qetilkirî bigirin.
Aqûbeta hezaran kesî nediyar e
Hat ragihandin ku di civînên navbera Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Hesekê Mehmud Xelil û Ehmed El Şera hatine lidar xistin de, serbestberdana dîlgirtiyan û vegera koçberan hatine nîqaşkirin. Her wiha ji bo şopandina rewşê komîteyek hatiye avakirin. Lê belê, li herêmê nezelalî hîn jî didome û derbarê kesên winda de agahiyên zelal nînin.
Nesrîn Silêman, diyar kir ku pevgirtina dîlgirtiyan berdewam dike lê pirsgirêk hene, bi taybetî di warê serbestberdana jinan de. Nesrîn Silêman, da xuyakirin ku divê rewşa kesên winda ji pevgirtina dîlgirtiyan cuda were destgirtin. Nesrîn Silêman, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku nayê zanîn ka kesên hatine revandin sax in an mirî ne.
Ji bo şandeyeke navneteweyî bang hat kirin
Nesrîn Silêman, anî ziman ku divê şandeyek serbixwe, ku saziyên wekî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî tê de bin bê avakirin û li herêmê lêkolîn bike. Nesrîn Silêman, daxwaza lêkolînek li ser rewşa Kurdên hatine revandin û qetilkirin kir. Her wiha Nesrîn Silêman, diyar kir ku ger mekanîzmayên navneteweyî werin aktîfkirin, ew ê her cure piştgiriyê bidin.
Li Naqqarînê gora komî
Li gorî agahiyên di nûçeyê de hatine parvekirin, li ser ravekirina şahidan li herêma Naqqarînê di qenalekê de goreke komî ku tê de 270 cenaze hene hat dîtin û ket rojevê. Nesrîn Silêman, anî ziman ku hin komên çekdar ji bo kesên revandine ji malbata wan fidye xwestine û cenazeyê wan di berdêla pereyan de hewl dane radest bikin. Nesrîn Silêman, diyar kir ku ji ber şert û mercên ewlehiyê derfeta lêkolîneke rasterast li herêmê çênebûye û lê agahiyên hatine bidest xistin cidî ne.
Cihê herêma Neqqarînê îhtimala ku kesên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatine revandin an jî qetilkirin li vir hatine veşartin xurt dike. Çavkaniyên xwecihî, diyar dikin ku hejmara cenazeyên di gora komî de dibe ku ji ya ku hatiye ragihandin zêdetir be.
Helwesta Yekitiya Ewropayê dibe sedema nerazîbûnê
Di nûçeyê de bal kişandin ser polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî Sûriyeyê û hat diyarkirin ku tevî ku Parlamentoya Ewropayê êrîşên li ser Rojava weke di çarçoveya sûcê şer de jî nirxand, Parlamentoya Ewropayê hîna peywendiya xwe bi Rêveberiya Demkî ya Şamê re didomîne. Daxuyaniya Komîsyona Ewropayê ya 620 milyon euro destek jî, li hemberî binpêkirinên li herêmê bû sedema nerazîbûnê.
Pirs ji Servîsa Çalakiyên Derve ya Ewropa hate kirin ku wê aqûbeta kesên hatine revandin û qetilkirin bikeve rojevê yan na û lêpirsîneke serbixwe were weşandin yan na. Berdevkê Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku YE geşedanên li qadê ji nêz ve dişopîne û banga parastina sivîlan li hemû aliyan kir.
Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen di Çileya 2026an de çû serdana Sûriyeyê. Paketa desteka 620 milyon euro weke parçeyekî gavên xurtkirina têkiliyên YE û Rêveberiya Demkî ya Şamê tê nirxandin.













