Amed – Her sal di 15ê Gulanê de, Kurd li çar aliyê Kurdistan û cîhanê Cejna Zimanê Kurdî bi coş û çalakiyên cûr bi cûr pîroz dikin. Ev roj, ne tenê rojeke asayî ye di heman demê de sembola vejîn, parastin û pêşxisti ziman û nasnameya neteweyî ye.
Ziman ji bo gelekî ne tenê amûrekî axaftinê ye, di heman demê de “stûna bingehîn a çand û dîrokê” ye. Ji bo Kurdan, zimanê Kurdî di nava sedsala dawî de bûye qada sereke ya berxwedanê. Zimanê Kurdî tevî hemû zaravayên xwe mîna pireke parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê bi hev ve girê dide. Tevî ku bi dehan salan Kurdî hat qedexekirin û wekî “Zimanekî tine” hat hesibandin. Kurdan bi saya dengbêjî, çîrok û jiyana rojane, zimanê xwe parastin. Lê di dîrokê de heta roja îroyîn zimanê Kurdî rastî gelek qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê hatiye û hêj jî tê. Pîrozkirina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî ji bo parastina hebûna Kurdî li hemberî windabûnê bersivek e. Her sal 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakî û bernameyên cûr bi cûr tê pîrozkirin. Her wiha îsal jî 15ê Gulanê bi çalakî û bernameyên cûr bi cûr tê pîrozkirin. Me têkîldarî girîngiya 15ê Gulanê û pirsgirêkên ku zimanê Kurdî pê re rû bi rû dimîne lêkolîn kir.
Destpêka roja dîrokî: Kovara Hawarê

Çima 15ê Gulanê? Sedema pîrozkirina vê rojê vedigere sala 1932yan. Di 15ê Gulana 1932yan de, rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan li paytexta Sûriyê, Şamê, dest bi weşandina Kovara Hawarê kir. Girîngiya Hawarê ya herî mezin ew e ku Celadet Bedirxan cara yekem Alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî di vê kovarê de bikaranî. Kovara Hawarê bingeheke akademîk û wêjeyî ji bo Kurdî ava kir. Bi saya vê xebatê, zimanê Kurdî ji bin bandora alfabeyên biyanî rizgar bû û bû xwedî pergaleke nûjen. Ev kovar ne tenê weşanek bû dibistanek bû ku gelek nivîskar û ronakbîrên Kurd tê de cih girtin. Girîngiya Kovara Hawarê di dîroka Kurdî de wekî “Şoreşa Ziman” tê qebûlkirin. Di sala 2006an de, saziyên Kurdî bi boneya salvegera destpêkirina weşana Kovara Hawarê 15ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” ragihand. Mîr Celadet Elî Bedirxan dibêje: “Heke hûn nexwazin ji hev tarûmar bibin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”
Raporên UNESCOyê yên têkildarî Kurdî
Mijara windabûna zimanê Kurdî mijareke pir girîng û di heman demê de xemgîn e. Li gorî raporên UNESCO û lêkolînên zimannasî, Kurdî di bin xetereyeke mezin de ye. UNESCO di “Atlasa Zimanên Cîhanê yên di bin Xetereyê de” de zimanê Kurdî wiha dabeş dike: “Kirmanckî (Zazakî), bi fermî wekî zimanekî ‘Di bin xetereyê de’ tê qebûlkirin. Heke nifşên nû fêr nebin, di nava çend dehsalan de dibe ku bi temamî winda bibe. Kurmancî, her çend hejmara kesên diaxivin zêde be jî, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê û nebûna perwerdehiya fermî, bi asîmîlasyoneke kûr re rû bi rû ye.”
Li gorî raporên Rawest Researhê
Lêkolînên ku li gorî raporên Rawest Researh li ser zimanê Kurdî li bajarên mezin ên wekî Amed, Stenbol û Îzmirê hatine kirin nîşan didin ku; Nifşê Kal û Pîran %90-95 bi Kurdî diaxivin. Nifşê Navîn (Dê û Bav) %50-60 bi Kurdî diaxivin, lê bi zarokên xwe re zêdetir bi Tirkî diaxivin. Nifşê Nû: Rêjeya axaftina Kurdî di nava zarokan de daketiye binê %10-15. Ev daneya herî metirsîdar e, ji ber ku zimanê ku derbasî zarokan nebe, zimanekî mirî ye.
Sedemên sereke yên windabûnê
Nebûna Perwerdehiya Fermî ya Kurdî dibe sedem ku Kurdî tenê wekî “zimanê malê” bimîne û di qadên zanist, huner û aboriyê de pêş nekeve. Bi koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve, Kurdî cihê xwe dide zimanê serdest Tirkî, Erebî yan Farisî û asîmîlasyona bajarvaniyê pêş dikeve. Bandora Medyayê weke televizyon, înternet û torên civakî bi giranî bi zimanên serdest in, ku ev yek bandoreke rasterast li ser hişmendiya zarokan dike. Di salên borî de, ji ber polîtîkayên zextê, Kurdî wekî “zimanê paşdemayî” an “qedexe” hat nîşandan, ku ev bû sedem hinek malbat ji bo “paşeroja zarokên xwe” bi wan re Kurdî neaxivin û bi Tirkî biaxivin. Ev yek jî dibe sedem ku civak zimanê xwe weke şermê bibîne.
Xwedîderketina ziman

Îro, her çiqasî ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bang tên kirin jî lê hêj perwerdeya zimanê dayikê ne qanûnî ye û gelê Kurd, Zimanzan û saziyên zimanê Kurdî di her 15ê Gulanê de banga “Xwedîderketina li Ziman” dikin û her wiha ji bo Zimanê Kurdî nebe zimanekî tenê di pirtûkan de mayî wiha dibêjin: “Parastina Zimanê Kurdî, parastina mirovahiyê ye. Divê li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û her wiha wêje û hunera Kurdî bişopînin û di heman demê de ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daxwazên xwe di her qadê de bînin ziman û zimanê Kurdî di teknolojî, medya û torên civakî de bikar bînin. Ji ber vê yekê divê hem Zimanê Kurdî bibe xwedî statu û divê di her qada jiyanê de bê pêşxistin.”
Peyama deklerasyona 15ê Gulanê

Îsal jî Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi diruşmeya “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” deklerasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin û daxwaza ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê Perwerdehiyê û fermî amedekirina qanûnî kirin û gotin: “Heta ku zimanê Kurdî azad nebe, civaka Kurd jî nikare bi temamî azad bibe û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi sernakeve.”













