• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

Mahmût Altintaş / AW

1 NÎSAN 2026 - 08:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Berdevkê Dîplomasiya PJAKê yê Ewropayê Zagros Enderyarî anî ziman ku piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê, rejîm pir lewaz bûye û got: “Heke şer meheke din berdewam bike û li hevkirinek jî bibe êdî ew rejîm nikare bibe rejîma berê. Anku Komara Îsalamî ya Îranê tu car nikare vegere ser rewşa xwe ya beriya şer.”

 

Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ku di 28ê Sibatê de destpêkir zêdetirî meheke berdewam dike. Di encama êrişan de zêdetirî 3 hezar mirov ku di nav de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Her wiha bi destpêkirina şer re li Îranê hejmareke mezin a welatiyan li bajaran ber bi gundan ve koçkirin. Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê her ku diçe belavî herêmeke berfireh dibe û ji bo tevahî Rojhilata Navîn bi xwer re xetereyan tînê. Êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê berdewam dikin û ji aliyê din ve jî Amerîka li Îranê amadekariya sewqkirina lêşkeran bejahî dike.

Bi destpêkirina êrişên li ser Îranê re çavê raya giştî ya Kurdistanê jî li Rojhilat e. 6 Partiyên Kurd yekitiya xwe îlan kirin. Ji aliyê din vê jî hezên hegemon li gor berjewendiyên xwe dixwazin hezên Kurd jî tevlî şer bikin. Lê heta niha partî û hezên Kurd yek helwest nişan dan û diyar kirin ku ew ê tevlî şer nabin. Tevî vê yekê jî êrişên Îranê li dijî Başurê Kurdistanê didomin. Herî dawî jî li Hewlerê avahiya Serokê Herêma Federê ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî hat hedefgirtin. Şer dê xetereyên çawa ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn bi xwe re bînê di raya giştî de tê nîqaşkirin.

Di nav van geşedanan de di 29ê Adarê de li London a Ingîlistan Kongreya Azadiyê ya Îranê pêkhat. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di serî de ji bo tevlîbûna kongreyê hatibû vexwendin lê piştrê ji kongreyê hat derxistin. Vê yekê di raya giştî de bertekên tund bi xwe re anîn û şîroveyên wek “li ser daxwaza partiyên Kurd PJAK ji kongreyê hatiyê derxistin” bi xwe re anî. Piştî bertekan PJAK careke din tevlî kongreyê bû û peyam da.

Berdevkê Dîplomasiyê yê Ewropayê yê PJAKê Zagros Enderyarî tekildarî encama kongreyê, geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê, êrişên li ser Îranê û bandora li ser herême pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

*Kongreya Azadiyê ya Îranê bi çi mabestê hat li darxistin û encama kongreyê çi bû?

Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê meheke didome. Ji ber vê yekê heza opizisyona Îranî dixwazin li hev bikin û bikarin piştî Komara Îslamî çi pergal ava bibe li hev bikin. 3 opizisyonên serekê hene. Yek jî ji van opiziyona hezên ku baweriya wan bi komareke demokratîk heye û nenavendiye dixwazin li hev bikin. Li ser vê yekê kongreyek çêkirin. Kongre 2 roj berê bû. Roja şemî û yekşem hat li darxistin. Zêdetirî 200 kesayet, sazî û rêxistinên cuda tevlî kongreyê bûn. Bi her alî kesayet tevlî vê kongreye bûn. Di kongreye de pirsgirêkên li Îranê dê çawa bên çareser kirin hat nîqaş kirin. Di salên dawî de kongreyeke wisa berfireh ku sazî û rêxistinên cuda tevlîbibûn nehatibû li darxistin. Kongreyeke berfireh bû. Biryar hatiyê girtin ku ew xebatên kongre berdewam bike. Li hev kirinek li ser komareke demokratîk heye. Ew kongre dibe ku di pêşerojê de bibe sedem ku hezên Îranê bikarin di pêşerojê de zêdetir bi hev re kar bikin.

*Gelo PJAK çima di serî de hat vêxwendin û piştrê ji kongreye hat derxistin û li ser bertekan careke din tevlî kongreyê kirin? Bandora partiyen Kurd di derxistina PJAKê ya ji kongreye çi bû? Ew yek zirareke çawa dê bide tîfaqa partiyên Kurd?

Di serî de ji bo tevlîbûna PJAKê astengî derket. Hê jî nehatiyê zelalkirin ka çima ji bo teivlîbûna PJAKê astengî hatiyê derxistin. Lê wisa xuya dike ku hinek kesayetên Kurd jî astengî derxistinê. Lê hê nehatiyê zelalkirin. Heke weke şexs tevlîbûna PJAKê re astengî derxistibin meriv dikarê di nava koalîsyona partiyên Kurd de wan rexne bike û partiyên wan jî wan cuda rexne bike. Bawer nakim bandoreke neyînî li ser koalîsyon partiyên Kurd çêbike. Hevpeymaniya partiyên Kurd dê kare xwe berdewam bike. 2 şexsên taybet nexwastinê PJAK tevlî bibe. Demeke guncav çêbibe bi rastî jî divê ew bi tund werin rexnekirin ku çawa tevlîbûna partiyeke Kurd re astengî derxistinê. Piştî bertekên gelê Kurd û gelen Îranê PJAK careke din hat vexwendin û di kongreyê de peyam da. Peyamê de jî PJAKê xwest ne komareke navendî komareke ku mafê hemû gel û baweriyên Îranê mîsoger dike bê avakirin. Peyama PJAKê dengekî mezin derxist.

*Di van rojên dawî de li dijî Herêma Federê ya Başurê Kurdistanê jî êriş pêk hatin. Li gor daxuyaniyên tên dayîn jî wisa xuya dike şer dê hê belav bibe. Gelo ew şer taybet ji bo Kurdistanê û tevahî herême çi xetereyan bi xwe re tînê?

Kesî texmîn nedikir Îran dê karibe ewqas li ber xwe bide. Lê xuyayê Îranê ji bo vî şerî amadekariya xwe kiriyê. Tevlîbûna dewletên Ereb hevpeymana Îsraîl û Amerîkayê dê Îranê bixe tengasiyeke mezin. Ji bo wê jî destpêkirina şer re Îran êrişî dewletên herême dike. Li Başurê Kurdistanê hem êrişî partiyên Rojhilat xist û şehîdên wan çêbûn û hem jî ji YNK û PDKê xistin. Xaniyê Neçîrvan Barzanî û ofîsa Mesûd Barzanî hat hedefgirtin. Îran dixwazê bi belavkirina şer re hem hemû cîhanê bixe tengasiyê û hem jî ji bo aboriya Îran û Amerîkayê pirsgirêkan derxîne. Wisa xuya dike ku şer dê çend mehe din berdewam bike. Wisa xuya dike ku şer di ezman derbasî ser erdê jî bibe.

Di van êrişên li ser Rojhilat û Başurê Kurdistanê de jî xuyayê Komara Îslamî ya Îranê Kurdan weke dijmin dibîne û hedef digire. Dibe ku di pêşerojê de êrişên wan hem li dijî hezên Rojhilat û hem jî li dijî hezên Başurê Kurdistanê zêdetir bibe. Divê ji bo vê yekê jî partiyên Kurd tedbîrên xwe bigirin.

*Bi destpêkirina şer re nîqaşa herî zêde derdikeve pêş partiyên Kurd dê tevlî şer bibin an nabin e. Hezên hegemon jî dixwazin Kurdan tevlî şer bikin. Gelo Kurd dê tevlî şer bibin? Ji bo şer partiyên Kurd çiqas amade ne?

Planên Amerîka û Îsraîl ji bo Îranê ne diyar in. Ji bo Kurdan jî çi plan dikin ew jî xuya nake. Ji bo şer planeke vêkirî û zelal a ji bo hezên partiyên Rojhilat tune ye. Tenê li ser medyayê dibêjin em dixwazin piştgiriya partiyên Kurd bikin tevlî şer bibin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî 7 partî hene. 6 partiyan koalîsyonek ava kirin. Ji van partiyan 5 partî hezên wan ên lêşkerî an tunebûn an jî pir lewaz in. Derveyî PJAKê tu partî li dijî Îranê şer nekiriye. PJAK li Rojhilat û Îranê heza herî bi rêxistinkirî û xwe pêşxitiye. Hem ji aliyê lêşkerî û hem jî ji aliyê siyasî ve. Ji bo wê heke Amerîka û Îsraîl bixwazê şer li ser erdê berdewam bike, heza herî guncav Kurd in. Heta niha Kurd nebûnê parçeyekî vî şerî lê heke derfetek çêbibe guherandina rejimê pêk were û ber bi demokrasiyê ve biçe Kurd dikarin tevlî şer bibin. Lê heta niha tiştek wisa tune ye û hemû hezên Kurd xwe derveyî vî şerî dibînin. Em dixwazin gelê xwe ji xetereyên vî şerî dûr bixînin. Lê niha ne ew demeke guncave ku Kurd tevlî şer bibin. Amerîka û Îsraîl jî di vî warî de zelal nînin.

*Di bingeha planên Îsraîl û Amerîkayê de çi heye? Gelo guherandina rejîmê li Îranê pêkan e? Heke rejim biguhere dê rewşeke çawa rû bide?

Guherandina rejimê heke daxwaz hebe pêkane. Lê wisa xuya dike ku ji guherandina rejîmê zêdetir armanc lewazkirina rejimê ye. Dixwazin rejimeke lewaz ku hezên wan ên parastinê tune bin, ji aliyê çeken atomî ve lewaz bikin û aborî jî jixwe lewaz bû ye. Petrol, gaz, û cihên ceyranê hedef girtine. Ji bo sererastkirina van jî dem dixwaze. Heke şer meheke din berdewam bike û li hevkirinek jî bibe êdî ew rejim ne rejîma berê ye. Yanî Komara Îslamî ya Îranê tu car nikare vegere rewşa xwe ya beriya şer. Lê di rojeva wan de guherandina rejîmê jî tune ye. Ji ber ku tirs heye. Rejîmeke çawa dê were, rejîmeke ku karibe temsîla hemû gelên Îranê bike tune ye. Komara Îslamî ya Îranê jî wisa nişan dide ku heke bikeve jî dê hem jiyana gelen Îranê û hem jî herême bixe xetereyê. Ji bo wê jî ew şer şerekî giran û berfireh e. Wisa xuya jî dike ku dê demdirêj bajo. Rejime jî darbeyeke mezin xwariye. Piştî bi dawî buna şer heke serhildanên li Îranê berdewam bikin wisa xuya dike dê berdewam bike wê demê dê guherandina rejime jî bi xwe re bînê.

*Bi destpêkirina êrişan re zextên rejîma Îranê li ser Rojhilatê Kurdistanê di çi aste de berdewam dike? Niha li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke çawa heye?

Piştî şer destpêkir êrişên hewayî li ser Rojhilatê Kurdistanê pir zêde bû. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê navendên rejîma Îranê yên lêşkerî û hezên hundirîn hatin hedef girtin. Gelek kes li bajaran koçberî gundan bûnê. Zahmetiyeke mezin li Rojhilatê Kurdistanê heye. Rewşa şer e. Jiyan hatiyê rawestandin. Dibîstan hatinê girtin. Di nava gel de derûniya şer heye. Tirs pir zedeye. Rejime jî li Rojhilat hezên xwe yên weke polîs pir zêde kirinê. Polîs jî ji ber metirsiya êrişan cihên weke dibîstan û mizgeftê bikartînin. Heta niha jî ji ber êrişan birîndar û şehîdên me li Rojhilatê Kurdistanê hene. Bi sedan kes ji ber êrişan şehîd ketin. Rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji bo wê em dikarin bejin rewşeke giran a şer heye.

*Di nava şer û aloziyan de li Rojhilatê Kurdistanê Newroz çawa hat pîrozkirin? Çi peyam derketin pêş û cudahiya vê Newrozê ya Newrozên berê çi bû?

Rojhilatê Kurdistanê ne weke parçeyên din e. Newroz her tim hatiyê pîrozkirin. Bi taybet sala par bi tevlîbûna sed hezar kesî gelê Rojhilat mohra xwe li Newrozê xist. Lê îsal ji ber şer Newroz wisa girseyî nehat pîrozkirin. Li hinek cihan jî Newroz nehat pîrozkirin. Yek jî ji ber înternet hatiyê qutkirin tekilî bi Rojhilatê Kurdistanê re pir lewaz e. Ji bo wê heke li hin cihan pîrozbahî hatibe li darxistin jî dimen û agahî tune ye. Metirsiyeke mezin li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê heye. Divê di vê deme de gelê me li diaspora û welat Rojhilat tenê nehêlin. Heke zahmetî çêbibe em ê seferberiyeke çêbikin da ku gelê me yê li Rojhilat rastî qirkirineke neyên. Çawa ji bo Rojava, Başur û Bakur xwedî derketinek pêk hatiye. Di vê demê de divê çavê hemû kesan li Rojhilat be û em karibin bibin dengê Rojhilat.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya êrişên ser Îranê hişyarî dabû û gotibû heke dewletên Rojhilata Navîn xwe ji aliyê demokrasiyê ve neguherînin dê rastî mudaxaleya li derve werin û ji bo tevahî dewletan pêşniyara entegrasyona demokratîk a li ser bingeha hevdû qebûlkirinê kiribû. Gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser vê esasê beriya êrişan an jî piştî êrişan ji PJAKê re tu name an jî peyam şandin?

Rêber Apo ji bo pirsgirêkên li Rojhilatê Kurdistanê peşniyara Entegrasyona Demokratîk dike. Lê ji bo Rojhilat û Îranê zahmetiyên wê hene. Yanî bi rejîmê re dan û standinek ne pêkan e. Hişmendiya wan her tim darvekirin û kuştine. Bi pergaleke hov re rû bi rû ne. Ji bo wê li ser demokratîkkirina Îranê xebatên me hene. Ji bo wê em li benda guherandin û lewazbûna rejîmê ne û her wiha heke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêş bikeve dê karibe bandor li ser Îranê jî bike.

Etîket: Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKêBerdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê yê EwropayêRojhilatê KurdistanêŞerê Îsraîl-Amerîka û ÎranêTifaqa 6 partiyên RojhilatîZagros Enderyarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê li balyozxaneya DYAyê ya Tehranê da

Îsraîlê li balyozxaneya DYAyê ya Tehranê da

1 NÎSAN 2026
Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

31 ADAR 2026
Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

30 ADAR 2026
Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

30 ADAR 2026
Trump: Îran daxwazên me qebûl neke dê bê welat bimîne

Trump: Îran daxwazên me qebûl neke dê bê welat bimîne

30 ADAR 2026
Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (14)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne