DEM Partî, Komeleya Lêkolînên û Çand û Ziman ya Avestayê û Komeleya Çand û Hunerê ya Azad, li ber Îskeleya Karşiyakayê şahiya Cejna Zimanê Kurdî li dar xistin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Karşiyakayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Avestayê û Komeleya Çand û Hunerê ya Azad, boneya Cejna Zimanê Kurdî li ber Îskeleya Karşiyakayê ya Îzmîrê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û hat berzkirin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn.
Şahî bi govendê dest pê kir û Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Karşiyakayê û Hevserokên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Avestayê li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Paşê helbestên Kurdî hatin xwendin.
Şahî piştî gerandina govendê bi dawî bû.


















