Bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên danîna daran tên lidarxistin. Çalakî dibin sedem ku her derê dar tên danîn û hawîrdor şîn dibe.
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li daristana Karakoruyê çalakiya danîna daran dar lidarxistin. Hêzên Ked û Ekolojiyê yên Amedê, Rêveber û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li çalakiya danîna daran a bi munasebeta 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin bûn. Platformê li qada şitlan a daristana Karakoprû ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê, gelek şitlên darên berû û çamê li herêmê hatin danîn.











