Wan – Li herêma Serhedê bi armanca parastina bîra wêjeyî û gihandina mîrasa çandî ji nifşên nû re, KURDÎWAR hat damezrandin. Hevseroka demkî ya komeleyê Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku divê di bin sîwana vê komeleyê de her tişt bi feraseta jinan û bi ruhê ciwanan bê birêvebirin.
Li Bakurê Kurdistanê, wêje ji bo parastina nasname û zimanê dayikê bûye qadeke berxwedanê ya herî xurt. Her peyva ku tê nivîsandin, li dijî tunebûnê serhildanek e. Ev mîras li herêma Serhedê bi koka Feqiyê Teyran û dengê dengbêjiyê xwe nîşan dide. Dengbêjî bi xwe, bîra zindî ya wêjeya Serhedê ye ku di dîrokê de heta îro ragihandiye. Îro ev mîrateya giranbiha li Serhedê bi saziyên nû tê parastin. Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR), wekî sîwaneke nû ya vê bîrê dest bi xebatên xwe kir. Hevseroka demkî ya komeleyê Elîf Gemicîoglû derbarê giringiya vê mîrasê û rola jinan ya di nav wêjeyê de, ji ajansa me re axivî.

‘Em ê kedkarên wêjeyê bînin cem hev’
Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku li Serhedê cara yekem e komeleyeke wiha ji bo nivîskar û wêjekarên Kurd vedibe û got: “Bi salan e rewşenbîrên Kurd di warên nivîsandin, amadekarî û redaksiyonê de kedê didin. Lê belê, beşek ji van kedkaran nayên naskirin yan jî derfetek çênebûye ku bên cem hev. Ji bo ku kesên di vê qadê de kedê didin hevdu nas bikin û di bin sîwana saziyekê de xebatên komî bimeşînin, me gav avêt. Armanca me avakirina bîr û arşîveke xurt e da ku vê mîrasê bigihînin siberojê.”
‘Dengbêjî bi xwe bîra wêjeyê ye’
Elîf Gemîcîoglû bal kişand ser kûrahiya bîra herêmê û Feqiyê Teyran û wiha wiha got: “Gava em dibêjin Serhed warê dengbêjan e, dengbêjî bi xwe bîra wêjeyê ye ku dîroka me heta îro ragihandiye. Armanca me ew e ku em vê mîratê biparêzin, tiştên hatine jibîrkirin zindî bikin û wêjekarên Serhedê yên veşartî derxin ronahiyê. Bi taybetî ji bo jin û dayikan e û ew dixwazin bibin çavkaniyeke mayînde.”
Pêdivî bi perwerdehiya akademîk heye
Elîf Gemîcîoglû derbarê astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî de nerazîbûna xwe nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li herêma me, ji ber ku heta îro derfetên perwerdehiya zimanê zikmakî nebûne, mirov nikare bi rehetî bi zimanê xwe bixwîne û binivîse. Her çiqas dersên hilbijartî an hin komele hebin jî, ji ber dewlemendiya zimanê Kurdî ev hewldan têrê nakin. Em dixwazin di bin banê komeleyê de van hemû nirxan berhev bikin û di qada wêjeyê de mil bidin hev.”
‘Her kesê xwedî pênûs dikare bibe endam’
Elîf Gemîcîoglû ragihand ku komeleya wan ne tenê ya nivîskarên ku pirtûkên wan hene ye û ev yek anî ziman: “Me navê wê wekî ‘Nivîskar û Wêjekarên Kurd yên Serhedê’ daniye; ev tê wê wateyê ku her kesê di vê qadê de dixebite, mînak di edîtoriyê de yan jî di her beşeke wêjeyê de xwedî pênûs be, dikare bibe endam. Em ê bi rêya panel, konferans û komxebatan platformeke hevpar ava bikin.”
‘Divê bêhna jinan ji çîrokan bê’
Elîf Gemîcîoglû di dawiya axaftina xwe de girîngiya rola jin û ciwanan a di wêje û ziman de anî ziman û got: “Divê di bin sîwana vê komeleyê de her tişt bi feraseta jinan û bi ruhê ciwanan bê nivîsandin. Mînak, dema çîrokek tê nivîsandin, divê bêhna jinan û vîna civakê jê bê. Divê her kes xwedî li komele û wêjekarên xwe derkevin. Tiştê Kurdistan û Kurdan li ser lingan digire ziman, wêje û çanda wê ye. Ji ber wê, em bang li her kesî dikin ku vê berpirsiyariyê hildin ser milên xwe.”












