Amed – Rewşenbîrê Kurd Heznî Haco yê ku tev li atolyeya Forûma Aştî û Azadiya civakî bû, destnîşan kir ku di nava nifşên nû de ziman winda dibe û wiha got: “Bi taybetî kesê Kurd ew kesê ku bi zimanê xwe nezanibe, ew mirovek winda ye.”
Ziman ji bo gelekî ne tenê amûrekî ragihandinê ye, di heman demê de stûna bingehîn a çand û dîrokê ye. Ji bo Kurdan, zimanê Kurdî di nava sedsala dawî de bûye qada sereke ya berxwedanê. Zimanê Kurdî tevî hemû zaravayên xwe mîna pirekê, parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê bi hev ve girê dide. Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin bi çalakiyên cur bi cur ên weke atolye, panel, gotûbêj di roja çaremîn de berdewam dike. Ji tevahiya Kurdistanê, ji bajarên Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê beşdar û axêver di van panel û atolyeyan de cihê xwe digirin.
Rewşenbîrê Kurd Heznî Haco jî weke bijîşkekî Kurd û li ser zimanê Kurdî xebatan dike jî beşdarî atolyeya “Di Pêvajoyên Aşitiyê de Statuya Ziman, Rêbazên Bidestxistina Mafan û Mafê Zimanî yê Bipeyman” bû. Heznî Haco ji binemala Haco ye û ew ji Rojavayê Kurdistanê diçe Ewropayê û bi salan li wir dimîne û bijîşkiyê dike.
Heznî Haco yê ku li Amedê dijî, bû mêvanê atolyeyê û li ser girîngiya ziman ji Ajansa Welat re axivî.
‘Ez bi hêvî me ku ev panel û forûm bibe şoreşeke wêje û şanoyê’
Heznî Haco hişyariya ku di nava nifşên nû de ziman her ku diçe winda dibe kir û wiha got: “Wexta nû ez hatim vê derê, hin kes ji min dipirsîn, ‘Tirkî bipeyive’, min jî di got, ‘Ez nizanim bi Tirkî biaxivim’ dema min wiha digot wan jî digotin ‘Xweziya me jî bizanîbûya bi zimanê xwe biaxivyana lê ev yek hêdî hêdî kêm dibe, mixabin. Ez bi hêvî me ku ev panel û forumên li vir bi rê ve diçin ji aliyê wêje û şanoyê bibe şoreşek. Ev yek li Bakurê Kurdistanê zêde zêde mezin bûye, lê gelo ev yek xwe berdaye nava gel an na?”
‘Xetereyek li ser zimanê Kurdî heye’
Heznî Haco diyar kir ku ziman nasnameya mirov e û ew kesê ku, bi taybetî kesê Kurd zimanê xwe nezanibe, ew kes winda ye û wiha axivî: “Li Rojavayê Kurdistanê ev 10-12 sal in her kes bi Kurdî diaxive, di mala xwe de û li derve. Lê hêdî hêdî ji ber ew kesên ku diçûn zanîngehên wan, êdî gelek gotinên Erebî dixistin nava zimanê xwe. Lê ev 10-12 sal in, bi sedan dibistanên me çêbûne, ji zarokatiya xwe heta ku zanîngehan xilas dikin bi zimanê Kurdî dixwînin. Me dikarî em vê bikin û ez bi hêvî me ku berdewam bike. Belkî em karibin alîkariya beşên din ên Kurdistanê bikin, bi taybetî Bakur. Mixabin li Bakurê Kurdistanê xetereyeke pir mezin li ser zimanê Kurdî heye. Divê her kes li dijî vê xeteriyê rabe.”
‘Dijmin çiqas bixwaze me bixe tengasiyê jî ew ê bi ser nekeve’
Heznî Haco bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xwest ku ev pêvajo; aştî û demokrasiyê bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bawer nakim ku gelê me êdî her tiştî ji bîr bike. Ev 40-50 sal in ku têdikoşe, ez bawer dikim ku wê berhema xwe hêdî hêdî bîne. Dijmin çiqas bixwaze me bixe tengasiyê jî em zimanê xwe, çanda xwe û dîroka xwe ji bîr nekin. Ez bawer dikim ku ew ê bi ser nekevin. Lê eger di çarçoveya qanûnî de tiştekî bi berhem ji Kurdan re nebe, yanî wê her tişt pûç bibe. Gelo wê desthilatdariya Tirkiyeyê karibe heta kengî me bixapîne û bihêle ku em zimanê xwe ji bîr bikin?”













