Riha – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku di şahiya 77 saliya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkildarî nîqaşa ser xaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin diyar kir ku ew xanî ne male û ne jî girtîgeh e û got: “Divê statuya birêz Ocalan bi awayekî fermî be qebûlkirin.”
Komîteya Amadekar a Rojên Mîhrîcana Amara, bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê azad re ber bi Yekitiya Demokratîk a Neteweyî ve” di çerçoveya bernameyên 77 saliya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Navçeya Hewagê ya Rihayê şahî li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Yimaz Hûn, Mahmût Dîndar, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî şahiyê bûn.
Bernamê ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê despêkir. Di rêzgirtinê de girsê bi hev re sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştrê jî Hevarokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Hewagê Îslim Çiftçi û Huseyîn Keser gel silav kirin û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Girsê tevî baranê jî li qadê bênavber dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kir.
‘Divê statuya Serok Apo bi awayeke fermî be qebûlkirin’
Piştrê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan jî girsê silav kir û got: “Rojbûna Serok Apo pîroz be. Ev têkoşîn ji bo ziman û hebûna gelê Kurd e. Em li her derê xwedî fikir û ramanên Serok Apo derbikevin. Serok Apo dixwazê agirê şer bi aştiyê vemirîne. Em ê heta dawî vê fikir û felsefeyê biparêzin. Divê dewlet jî çîrokan nebejê û gav baveje. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Divê dewlet mafê gelê Kurd qebûl bike û em bi hev re di nava wekheviyê de bijîn. Divê di parlamentoyê gav bên avetin. Serokê me diyar e. Em zelal in. Divê desthilata Tirkiyeyê jî zelal be. Statuya Serokatî bi fermî be qebûlkirin. Em nîqaşên dibêjin “xanî çêkirinê” jî Zelal bikin. Ew xanî ne zindane û ne jî xanî ye. Divê statuya birêz Ocalan bi awayekî fermî be qebûlkirin.”
Hevşeredarên Hewagê Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz jî girsê silav kirin.
Hunermend Aylîn Demîrkaya û herî dawiyê jî hunermend Sîpan Xelat derket ser dikê. Şahî li gel stranên hunermendan bi gerandina govend û berzkirina dirûşman bi dawî bû.


















